Hevserokatiya YNKê DGK pîroz kir

kurdistani 09:54 PM - 2020-03-18
.

.

Hevserokatiya YNKê salvegera 41mîn ya damezrandina radyoya DGK pîroz kir.

Hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi boneya 41mîn slavegera damzrandina radyoya Dengê Gelê Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû rêvebir û karmend û rojnamevanên radyoya Dengê Gelê Kurdistanê kir.

Di peyama pîrozbahiya Hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de hatiye ku ew bi salvegera damezrandina radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku yekem dengê ku mizgînî ya serkevtina şoreşa Kurdistanê ji bo gelê kurd û raya giştî cîhanî daye ragihandin em li tevahî karmend û berpirs û rojnamevanên DGKê pîroz dikin.

Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê di serdama raperîna gelê Kurdistan de pêngav bi pêngav dişopand û ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re radigihand her weha di serdemên komkujiya Helebçe û operasyonên Enfalan de jî DGKê pêşeng bû ku heya nameya serkeftinê jî beriya hemû gihand bi gelê kurd û Kurdistanê.

Her weha piştgiriyeke pir mezin li damezrandina parlemana Kurdistanê kir û xwedî roleke mezin bû di karekirina siyaseta netewî kurdî de ku serkevtinên gelê kurd ji hemû aliyan ve civakî, çandî û siyasî ve pêşeng bû ye.

Em bi hêvî ne ku ji nûh ve roleke xwe ya dîrokî di kar û xebatên netewî kurdî de tomar bike û careke din germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya we dikin bi boneya damezrandina DGKê.

Hevserokatiya YNKê
18-3-2020
Silêmanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket