DYE'yê serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê xist lîsteya xwe ya reş

kurdistani 09:26 AM - 2020-03-18
DYE'yê serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê xist lîsteya xwe ya reş

DYE'yê serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê xist lîsteya xwe ya reş

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serçeteyê DAÎŞ'ê Muhemed Saîd Abdul Rihman El Mewla xist lîsteya xwe ya reş a "terorîstên navnetewî". Li gorî agahiyên ku DAÎŞ'ê ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistiye dibêje ku serçeteyê DAÎŞ'ê li Enqereyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo diyar kir ku serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê li lîsteya reş hatiye bicihkirin, bi vê yekê re pêşî li têkiliya serçete bi DYE yan jî welatiyên DYE'yê re tê girtin.
Pompeo bi vî rengî piştrast kir ku kî ketiye şûna Ebûbekir El Bexdadî.
DAÎŞ'ê piştî kuştina Bexdadî di nava demeke kurt de ragihand ku Ebû Îbrahîm El Haşemî El Qûreyşî weke "şef" ê nû tayîn kiriye. Lê belê li gorî kesê ku ji aliyê pisporan ve nedihat zanîn di rastiyê de tine bû. Rayedarekî payebilind ê Emerîkî kesê navborî weke 'yekî nayê zanîn' bi nav kiribû.
Mîke Pompeo di civîna çapemeniyê de ya li Washingtonê got, "Em bi biryar in ku Dewleta Îslamî têk bibin ku rêberê wê kî dibe bila bibe.", destnîşan jî hatkirin ku El Mewla "Endamekî çalak ê El Qaîdeyê yê li Êraqê bû.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên pêbawer û mikurhatinên DAÎŞ'iyan bi dest xist, El Mewla ji aliyê Tirkiyeyê ve tê parastin û li Tirkiyeyê ye. Di nûçeya ANF'ê de ya 13'ê Sibatê, serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê di dawiya sala 2017'an de piştî Idlibê derbasî Tirkiyeyê bû. Heman çavkaniyan ragihandin ku serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê nêzî saleke ji Tirkiyeyê dernakeve. Li Dîlok û Enqereyê biryargehên xwe hene û bi giranî li Dîlokê dimîne. Di bin kontrola MÎT'ê de bi endamên DAÎŞ'ê yên pê bawer civînan li dar dixe û çeteyan ji nû ve bi rêxistin dike.
 

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket