Herêma Kurdistanê 3 kes pêketin û 9 jî çêbûn

kurdistani 08:35 PM - 2020-03-16
.

.

Li Herêma Kurdistanê 3 kes bi bi vîrusa Koronayê ketin û 9 jî baş bûn.

Wezareta tenduristî ya Herêm a Kurdistanê îro roja duşemê 16-3-2020`an ragiahnd ku 3 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê hatin tomar kirin.

Di belavokê de ku PUKmedia`yê şopandiye tê de dibêje ku li Silêmaniyê zarokekî 4 salî ji bajarokê Tekiyeyê ye û nûh ji Êranê vegeriya ye, her ya 2yemîn jî jineke 27 salî ye û ya 3yemîn jî jineke 45 salî ye ku xizma wî melayê ku bi Koronayê koça dawî kiriye ye. Li wê jî 9 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketibûn baş bûn û vegeriyan malên xwe.

Bi vî rengî hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê 37 kes in ku 1 mirî û 9 kes jî çakbûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket