YNKê; Em hemû dêndarê şehîdên Helebçeyê ne

kurdistani 05:02 PM - 2020-03-16
.

.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dibêje; Em hemû dêndarê şehîdên Helebçeyê ne

Îro roja duşemê 16-3-2020`an, li Herêma Kurdistanê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê belavokek bi boneya 32`mîn ya komkujiya Helebçeyê ku ji aliyê rêjîma Bees ve pêkhatibû weaşnd.

Di wê belavokê de hatiye ku careke din bîranîna keresata komkuî ya Helebçeyê dikin ku di 16-3-1988`an de ji aliyê rêjîma Bees a faşçst ve pêkhatiye ku di encamê de 5000 zarok û jin û pîr û kal jiyana xwe ji dest dan.

Her weha di heyama wê belavokê de YNKê dibêje; Em wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Helebçe bû bi perestgeha gelê Kurdsitanê û em hemû dêndarê wê û pakrewan û birîndarên wê ne wek çawa em dêndarê şehîdên enfal û yên tevahî Kurdistanê ne.

Destpêşxeriya bi parêzgaehkirina Helebçeyê ji aliyê YNKê ve hat pêşniyar kirin û armanca me jê ew bû ku em piştgiriya kesên dirust ji gelê xwe bikin tako bajarê Helebçe bê vejandin û avakirin, lê dîsan wê pilannameyên me pir girîng ji bo Helebçeyê pêkwerin û em tevahî kadroyên YNKê di hikûmeta Herêma Kurdsitanê de û di hikûmeta Êraqê de agahdar dikin ku pêwîste xizmeta malbatên şehîdan û birîndarên kareseta Helebçeyê bikin.

Di dawiya belavoka YNKê ya derbarê salvegera 32`mîn ya komkujiya Helebçeyê de wiha got; Lê ji bo xweparastin ji belavbûna nexweşiya vîrusa Koronayê, me îsal wek hemû salê kar û xebat û çalakiyên bîranînê ne kir tako em lêdana kîmiyebarankirina rêjîma Êraqê li dijî Helebçeyê bi bîrbînin. Her weha emê li her derê bin wek hemû salê emê di demjimêr 11;35 xwelekan de li pê rawestin û bîranîna komkujî ya Helebçeyê bikin.
Pakrewanên kîmyabarana Helebçe û ên hemû Kurdistanê namirin û di dil û hizrên me de ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket