Qurbaniyên Koronayê gihêştin 3193 kesan

kurdistani 09:36 AM - 2020-03-14
Qurbaniyên Koronayê gihêştin

Qurbaniyên Koronayê gihêştin

Hat ragihandin ku li Çînê hejmara kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 3 hezar û 193 kesan.

Li gor daxuyaniya komîteya Tendirustiya Niştimanî ya Çînê ku di 24 demjimêran de 13 kesan canê xwe ji dest dane û 11 pêketinên nûh hatiye tomarkirin ku li Çînê heta niha bi giştî 3 hezar û 193 bûne qurbaniya Koronayê û 80 hezar û 824 kes jî tûşî Koronayê bûne ku rewşa 3 hezar û 610 ji wan giran e.
Vîrusa Koronayê ku niha bi awayekî bi lez li cîhanê belav dibe, yekem car li bajarê Wuhan ê ser bi eyaleta Hubey a Çînê serî hildabû.

Herwiha Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ragihandibû ku vîrusa Koronayê nexweşiyeke pandemîk e.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket