Helbosî bang rûniştineke bilaz kir

kurdistani 09:13 AM - 2020-03-14
Helbosî bang rûniştineke bilaz kir

Helbosî bang rûniştineke bilaz kir

Serokê Encûmana Nûneran Mihemed Helbosî banga civîneke bilez ji hersê serokatiyan re kir.

Bi belavokekê de Helbosî ragihand ku di vê demê hestiyar û metisîdar de ji dîroka mirovahiyê ku cîhan rûbirûya vîrûsekê sekinî ye pêwîstî bi hevkarî û hevrêziyekê heye ne dema binpêkirina ewlehiya welête ku hinek alî dikin ,ji ber vê yekê em ji serokê giştî yê hêzên çekdar dixwazin ku tedbîrên mezin ji bo parastina wargeh û baregehên leşkerî wergire û li ser bûyerê  derbasbûye de lêkolîn bike.

Her wiha belavokê dezgeha leşkerî û ewlekariya Êraqê şermezar kir ku roja înê hijmarek ji hêzan şehîd û birîndar ketin û ziyan gihêşt bingeha avahiyên ku rastî êrîşê hetine û balafirgeha bajarê Kerbela ku divê bûyerên bi vê rengî rawestin û ev binpîkirinên ku rû dide bidawî bên.
Ji bo xwendina rewşa Hilbosî bang rûniştinê kiriye ku hersê serokatî bikaribin serweriya Êraqê ji her ziyanekê biparêze û bi tedbîrên tund rê li pêş êrîşan bigrin ku bercewendiya gel biparêzin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket