Ehmed Hiso; Em dest ji Efrînê bernadin

kurdistani 04:45 PM - 2020-03-11
Ehmed Hiso serokê partiya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî

Ehmed Hiso serokê partiya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî

Ehmed Hiso dibêje em ne li ser Efrîn û ne jî ti navçeyên din li Sûriye destberdariyê nakin.

Di nûçeyên hinek ajans û malperên kurdî de hatiye ku di rêkevtina Rûsiya û Tirkiye de, wê penaberên kurd ên Efrînî ji devera Şahbayê derxînin û berê wan bidin Reqayê û wê li wir nîştecih bikin.

Her weha van nûçe û agahiyên nexweş dilê xelkên Efrînê pir teng û nerihet kir û xemgîniyek bê sînor di nava rêzên Efrîniyên li Şehbayê de hate belav kirin.

Di wê barê de, serokê Partiya Hevpeymana Nîştimanî Demokratî Sûrî Ehmed Hiso Araj di rûpela xwe ya Facebookê de nivîsiye ku em ti destberdanê bi neyartan re li ser Efrîn û her deverekî din li Sûriye nakin.

Hiso ji bo xelkê Efrînê yên li Şahbayê ne, em ji we re dibêjin ku ew gotinên li ser rêkevtina Tirkiye û Rûsiye li ser Tirifetê tên weşandin ku wê penaberên Efrînê bibin Reqayê ev agahî bi yekcarî ne raste û ti bingeha xwe di rastiyan de tune ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket