Herêma Kurdistan li hemberî Koronayê çi dike

kurdistani 05:56 PM - 2020-03-09
.

.

Berpirsê birêvebirina pêketinên vîrûsê li dijî vîrûsê em serkeftî ne

Berpirsê Nexweşxaneya Serçinar Hêriş Heyder ku rû bi vîrûsa Korona re ye, roja Duşemê piştrast kir ku ti karmendek tenduristî ji nîşanên koronayê neketine, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya hemî vegirtiyan li jêr kontrolê de ye.

Dr. Heyder di daxuyaniyek taybet de ji PUKmedia re ragihand ku 3 nexweşxane ji bo her rewşa awarte derbarê nexweşiya Korona de amade ne, diyar kir ku hemî pêket (9 kes)di bin kontrolê de ne û yek ji wan dê di demek kurt de ji nexweşxaneyê derkeve.destnîşan kir ku du hefte hestiyar li pêş me hene ku em li rû korona biserkevin.

Laleş jî ji ber vîrusa Koronayê tê girtin

Ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê perestgeha Laleşê tê girtin.

Rêvebirê giştî yê ola Êzîdiyan li wezareta ewqafa Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku ji ber rewşa pêketinên vîrusa Koronayê di nava gel de, êdî demsala serdana perestgeha Laleşê ya Êzîdiyan tê girtin.

Ji PUKmedia`yê re ragiahnd;Me ji bo encûmena ruhanî ya Êzîdiyan derbarê girtina Laleşê daxwaz kir tako ew nexweşiya vîrusa Koronayê nebe sedema metirsiyên li ser tenduristiya xelkê.

Xeyrî Bozanî aşkire kir ku wan ji Mîrê Êzîdiyan xwestin ku komcivîn û boneyên olî pîroz li Laleşê ji ber koronayê nayên lidarxistin û bi taybet civîn û serdanên li Laleş û heya cejin û ahengên hevjîntiyê jî.

Daxuyaniyek ji bo pişûdana saziyên hikûmî li Herêma Kurdistanê.

Wezîrê hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro roja yekşemê 8-3-2020`an di kongreyeke rojnegeriyê de ragihand: Li hemberî vegirtina nexweşiya vîrusa Koronayê me berheviyên baş wergirtiye û derbarê biryardana pişû li dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn zû ye.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, wezîrê navxweyî yê Herêma Kurdistanê aşkire kir ku Komîteya bilind a lihemberî nexweşiya Koronayê desthilat heye ku biryara fermî ji bo pişûdana saziyên hikûmetê bide, lê axivtin li ser wê mijarê hîn pir zû ye.

Di gotinên xwe de Rêber Ehmed aşkire kir ku  wê sibê roja duşemê 9-3-2020`an ji bo lihemberî nexweşiya vîrusa Koronayê bê rawestandin, wê civîneke ji aliyê komîteya li dijî Koronayê bê lidar xistin û amaje bi wê jî kir ku ew nexweşên ku bi vîrusa Koronayê ketine êdî çê dibin û rewşa wan ê tenduristiyê baştir bûne..

Yekem kerwana alîkariya pizîşkî Çînê gihîşt Herêmê

Roja Yekşemê 8-3-2020`an,yekemîn kerwana alîkariya pizîşkî ya Çînê gihîşt Herêma Kurdistanê da ku lidijî vîrûsa Korona bikar bê.

Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Semen Berzancî kongireyeke çapemeniyê de ya ku ji hêla PUKmedia ve hate şopandin got: Kerwana yekem a alîkariyên bijîjkî yên Çînê gihaşte herêma Kurdistanê, ji 200 hezar demikên pizîşkî ku wê li ser nexweşxaneyên Herêmê bên belavkirin pêk tê .
Her wiha şanda Çînî soz daye ku hemû pêwîstiyên pizîşkî ji bo herêma Kurdistanê peyda bike.

Semen amaje bi wê yekê jî kir ku me ji bo alîkariya pizîşkî di warê tibî û şerê vîrûsa Korona Çîn vexwend, şandê soz daye ku hemû daxwazên me yê tenduristî peyda bikin wê ji bo rûbirûbûna vîrûsê re serdana Herêmê bikin.

Wezîrê Tenduristiyê bang li hemû welatiyan kir da ku bi agahiyên ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve hatiiye pabend bin ,bi tîmên bijîşkî re hevkariyê bikin da ku bi vîrûsa Korona re rûbirû bimînin.
    

 Parêzgarê Hewlêrê; Malbata bi Koronayê ketiye hat pişkinîn kirin


Parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku rewşa wa malbata ku bi vîrusa Koronayê ketiye lihev e.

Îro roja şemiyê 7-3-2020`an, di heyama lidarxistina konferanseke rojnamegeriyê de ku PUKmedia`yê dişopand parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragagihand; Me rewşa wa malbata ku bi vîrusa Koronayê ketiye şopand û pioşkinîn jî ji bo wan kir û niha rewşa wan a tenduristiyê lihev e.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Firset Sofî aşkire kir ku piştî pişkinîna endamên malbata wê, derket ku hemû dûrin ji vîrusê û pêneketine, lê emê hewil bidin ku rewşê wê ji nêzîk ve hajê hebin tako bi yekcarî ji wê vîrusê rizgar bibe.

Dazanîn ku pêwîste welatiyên me pabend bin bi rênma û pirspektîvên tenduristiyê û dest ji serdan û derektina seyranan bin û dûrkevin ji kombûnan û lihevcivînan nekin tako di van rojan de xwe biparêzin ji belavbûna vîrusa Koronayê.

Her weha di dawiya axivtinên xwe de. Sofî got; Hinek berheviyên xweparastinê ji vîrusa Koronayê hatiye kirin û wê sibê roja yekşemê ji aliyê wezareta tenduristiyê ve were derxistin.

Ên ji Êranê vegerîne serdana nexweşaxaneya Elî Nacî bikin

Rêvebiriya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê ya ser bi Herêma Kurdistanê daxwaza serdana nexweşxaneya Elî Nacî li bajarê Silêmaniyê kir.

Di wê barê de, di heyama belavokekê de, rêvebiriya giştî ya Tendurisdtiya Silêmaniyê ragaihnd; Ew wealtiyên ku ji Êranê vegeriyane Silêmaniyê, pêwîste yekser vegerin bo nexweşxaneya Elî Nacî li bajarê Silêmaniyê tako piştinîna pêwîst ji wan re bê kirin.

Ew kesên ku ji dema 15-2-2020 bo 22-2-2020 ku ji Êranê vegeriyana Herêma Kurdistanê bila serdana nexweşaneya Elî Nacî bikin tako pişkinîna vîrusa Koronayê ji wan re bê kirin.

Her weha her kesê ku rastî nexweşiyên bi vîrusa koronayê ketine dikarin yekser serdana nexweşiya Elî Nacî bikin tako pişkinîna çareserioyê ji wan re bê kirin.

Ew melayê koça dawî kir bi Koronayê bû

Ew melayê li Silêmaniyê ku koça dawî kiriye bi vîrusa Koronayê bû.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragiahnd; Ew kesê ku li Silêmaniyê jiyana zxwe ji dest daye ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê bû ye.

Her weha wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê îro roja înê 6-3-2020`an, aşkire kir ku li gorî pişkinîna xwîn, ew kesê ku li bajarê Silêmaniyê koça dawîkiriye ji ber pêketina vîrusda koronayê bû ye.

Her weha dezgeha Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê roja çarşemê 4-3-2020`an, yekem qurbaniya vîrûsa Korona COVID-19 li Herêma Kurdistanê ragihandIBû.

Berdevkê tenduristiya Silêmaniyê di dema daxuyaniyek taybet de ji PUKmedia re got: Yek ji wan kesên ku bi Vîrus korona vegirtibû îro  Çarşemê 4-3-2020  jiyan ji dest daye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku nexweş temen 70 salî ye, îmamê mizgefta Mehoyî ya li nav bajarê Silêmaniyê ye, destnîşan hat kirin ku heya niha aşkire nabûye eger milla serdana Êranê kiribû yan na.

Li Germiyanê Korona tune ye

Roja Pêncşemê 5-3-2020`an, rêveberê Tenduristiya Germiyan D.Sîrwan Mihemed, piştrast kir ku herêma Germiyanê heta niha bê Vîrûsa Korona ye.

Her wiha Mihemed di kongireya rojnamevanî de ku beşdarî PUKmedia lê beşdar got: Me heta niha tu pêketinên nexweşiya Korona li navçeya Germiyan tomar nekiriye, destnîşan kir ku tenduristî tedbîr girtine da ku pêşî li hatina virusê ji deverê re bigrin, ku pişkinîn li ser hejmarek kes ku ji Êranê vegeriyane kirin lê di rewşeke baş de bûn û vîrûs li gel xwe ne anîbûn.

Yekemîn Qurbaniya vîrûsa li Herêmê tomar bû

Dezgeha Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê îro roja çarşemê 4-3-2020`an, yekem qurbaniya vîrûsa Korona li herêma Kurdistanê ragihand.

Berdevkê tenduristiya Silêmaniyê di dema daxuyaniyek taybet de ji PUKmedia re got: Yek ji wan kesên ku bi Vîrus korona vegirtibû îro Çarşemê jiyan ji dest daye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku nexweş temen 70 salî ye, îmamê mizgefta Mehoyî ya li nav bajarê Silêmaniyê ye, destnîşan hat kirin ku heya niha aşkire nabûye eger milla serdana Êranê kiribû yan na.

Silêmanî pêketina şeşemîn kesê bi Korona ragihand

Roja Çarşemê Rêveberiya Tenduristiya silêmanî lui ser şeşemîn pêketina bi vîrûsa Korona ragihand.

Rêveberiyê di belavokê ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de ragihand ku Li bajarê Silêmaniyê şeşemîn pêketina bi vîrûsa hate tomarkirin,ku temena wî 70 sale û rewşa wî metirsîdare .

Silêmanî merasîmên serxweşiyê qedexe kir

Ji bo pêşîlêgirtina li belavbûna vîrûsa Korona li Silêmaniyê ,Rêveberiya karûbarên olî bieyara dexistina merasîmên serxweşiyê da ye da milet lihev necivin û xwe ji vîrûsê biparêzin.

Rêvebirê Ewqafa Silêmanî Ferîdon Hesen di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku bi awayeke demkî hemû holên serxweşiyê ji kar derdikevin,em bang li hemûwelatiyan dikin ku bi vê biryarê pabend bin.

Hewlêr: Lidarxistina merasîmên serxweşiyê qedexebûn

Di çarçoveya pêşlêgirtinê li belavbûna vîrûsa Koronayê li Hewlêrê lidarxiastina merasîmên serxweşiyê hat qedexekirin.

Parizgerê Hewlêrê Firet Sofî i heyama kongireya Rojnamevanî de ku PUKmedia`yê şopandibû de ragihand ku îro li gel zaneyên olî civiyan,biryara qedexekirina birêvebirina merasîmên serxweşiyê li ser miriyan standin.

Destnîşan kir ku ev biryar wê heta 12-3-2020`an dirêj bike lê amaje bi wê yekê jî kir ku eger rewş baş nebe divê dema biryarê dirêjtir bike, careke din Sofî tekez kir ku heta niha li Hewlêrê ti pêketinên bi vîrûsê ne hatine tomarkirin lê ev tedbîr tenê ji bo silametiya welatiyan e.

Silêmanî; 4 kes bi vîrusa Koronayê ketine

Li Silêmaniyê derketina vîrusa korona li 4 kesan hat tomar kirin û niha li Silêmaniyê hat ragihandin.

Îro hêvarê 1-3-2020`an, li bajarê Silêmaniyê derketina 4 vîrusên Korona yên nû (COVID-19) li nav malbatekî xelkên Silêmaniyê ku beriya niha serdana Êranê kiribûn ji aliyê komîteya tenduristiya Silêmaniyê ve bi femî hat ragiahndin.

Ev derketin di encama pişkinîna 24 demjimêrên berê ku li ser 4 kesan kun 3 ji yek malbatê neberê jî serdana Êranê kirine û jinek jî cuda ku ew jî ji Êranê hatibû di dawiyê de, hat zanîn ku ew bi vîrusa Korona ya nû COVID-19 ketine.

Herêma Kurdistan; Ti derketina korona nehatiye tomar kirin
 
Tenduristiya Herêma Kurdistanê dibêje ti derketineke korona nehatiye tomar kirin.

Wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê Herêma Kurdistanê ragiahnd; Heya niha ti derketineke vîrusa korona nehatiye tomar kirin. 

Di roja 24/2/2020 de, Dr. Saman Berzencî wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragaihdn; Li Herêma Kurdistanê heya niha ti derketina nexweşiya vîrusa Koronayê nehatiye tomar kirin.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî aşkire kir ku heya niha 1400 kes ku ji Êranê hatine di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

13 cih ji bo encamdana karê pişkinînê ji bo wan kesên ku ji Êranê derbasî Herêma Kurdistanê bûne hatiye destnîşan kirin.

Di dawiya axivtina xwe de Berzencî aşkire kir ku ji bilî daxuyaniylên wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê û Rêxistina tenduristiya Cîhanî her zanyariyek li ser vîrusa Korona bê weşandin ne raste û dûre li rastiyan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket