Nirxa naftê daket

kurdistani 10:49 AM - 2020-03-09
Nirxa naftê dabazî

Nirxa naftê dabazî

Piştî ku welatên OPECê li hev nekirin li ser kêmkirina asta berhemanîna rojane ya petrolê, nirxê bermîlek petrola xav li bazarên cîhanê bo 35 dolarê Amerîkî daket.

Li gor dawîn amaran, roja Duşemê 09-03-2020, nirxê yek bermîl petrola xav a Amerîkî bi 31 dolar û 77 sente û nirxê bermîlek petrola xav a Brent jî bi 35 dolar û 4 sente.

Piştî 22ê Sibata 2016an, ev yekem car e nirxê petrola Brent li bazarên cîhanê bi vî awayî dadikeve ku bi rêjeyê ji sedî 21.1 li gor nirxê berê daketiye.

Ev daketina nirxê petrolê, piştî wê tê, roja Îniya derbasbûyî li Viyanayê, Rûsya razî nebû pêşniyaza Siûdiyê û endamên din ên OPECê pesend bike ku berhemhênerên petrolê li gel hev rojane milyonek û 500 hezar bermîl li bazarê kêmtir bikin ji bo rêgirtina li daketina nirxê petrolê.

Serîhildana vîrusa Koronayê û belavbûna wê bi awayekî bilez jî, karîgeriyeke xerap li ser çalakiyên aboriyê pêk aniye û daxwaza bo sotemeniyê kêm bûye û ev jî bûye sedema kêmbûna daxwaza bo petrola xav ku di encamê de nirxê wê gelek daketiye.
     
PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket