Hikumeta Sûriyê ji ber Koronayê biryar da

kurdistani 10:15 AM - 2020-03-09
Hikumeta Sûriyê ji ber Koronayê biryar da

Hikumeta Sûriyê ji ber Koronayê biryar da

Parlamantoya Sûriyê di civîna xwe ya heftane de roja Yekşemê biryar da ku der heqê kesên ji wan dewletan tên heya 14 rojna girtekên tenduristiyê yên pêwîst bigire.

Parlamantoyê, wezartên ragihandin û tenduristî erkdar kir ku plansaziyek çapemenî girêdayî rêbazên parastinê ji vîrûsa Korona amade bikin. Her wiha wezaretên Perwerdeya Bilind û Fêrkirinê bi wezaret û aliyên hundirîn û derve re koordîne bikin da ku girtekên parastinê li dibistan û zanîngehan bigirin.

Parlamantoyê her wiha biryara rawestandina tevahiya şandeyên fermî yê taybet ji bo dewreyên perwerdeyê yan jî çalakiyên derve da.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî vîrûsê deriyê sînor ê Sêmalka yê bi Başûrê Kurdistanê re girt û ji bo rewşên awarte roja Sêşemê veqetand.

Vîrûsa Korona li dewletên cîhanê belav dibe. Herî zêde li Îran û Çîn e. Ji ber wê gelek dewletan serdan û rêwîtî tevî perwerde rawestandine.
     

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket