Serokkomar pêşwazî li wezîrê derva yê Misrê kir

kurdistani 07:47 PM - 2020-03-08
Serokkomar pêşwazî li wezîrê derva yê Misrê kir

Serokkomar pêşwazî li wezîrê derva yê Misrê kir

Serokkomar Dr. Berhem Salih pêşwazî li wezîrê derva yê Misrê Samêh Şukrî kir.

Îro roja yekşemê 8-3-2020`an, li bajarê Bexdadê di koşka Selamê ya serokkomartiya Êraqê Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih pêşazî li wezîrê derve ya Misrê Semêh Şukrî kir û derbarê rewşa giştî ya li Êraq û navçeyê û peywendiyên Êraq û Misrê gotûbêj kirin.

Di wê hevdîtina du qolî de, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih derbarê peywendiyên du qolî a di navbera Misrê û Êraqê de kir ku pêwîste ew peywendiyên ku heyî bi awayekî bihê bêne pêşxistin ku bi awayekî birayetî ew peywendî dirêjpêder bin.

Her weha wezîrê derve yê Misrê rêzdar Samêh Şukrî di serdana xwe ya Bexdadê ku bi xwe re nameya serokê Misrê rêzdar Ebdulfeteh Sîsî aniye û pêşkêş bi serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket