PUKmedia kadroyên jin xelat kir

kurdistani 05:48 PM - 2020-03-08
 PUKmedia kadroyên jin xelat kir

PUKmedia kadroyên jin xelat kir

Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, PUKmedia`yê kadroyên jin ên kara xelat kir.

Îro roja yekşemê 8-3-2020`an, li bajarê Silêmaniyê di avahiya mekteba ragiahndina YNKê de, PUKmedia`yê çend kadroyên jin ên kare ku di malperê de dixebitin xelat kir û sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer tekez kir ku ji %35 karmendên malperê ji jinan ye.

Di wê barê de, Sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer  ragihand; Bi boneya hatina 8`ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan ez tevahiya jinên cîhanî pîroz dikim, aşkire kir ku xelatkirina rojnamevanên jin di PUKmedia`yê de wek hemû salekê rola wan jinan di malperê de bilind tê nirxandin û kar û xebatên wan ne kêmtirin ji kadroyên din.

Enwer di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha got; "Asta beşdariyas jinan di malpara PUKmedia`yê de ji %35 e û ji bo kar û xebatên jinan serkevtin û serfiraziyê dixwaz e."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket