Peyama Serokê Herêmê ji bo bîranîna 8 Adarê

kurdistani 10:15 AM - 2020-03-08
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo bîranîna 8 Adarê

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo bîranîna 8 Adarê

Peyama serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan ku evê li xwe rê naveroka peyama pîrozbahiyê ye:

Li bîranîna roja cîhanî ya jinan da, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Destxweşiyê li wan hemû rêxistinên hikûmî û nehikûmî, sazî û kesayetiyan dikim ku li dakokîkirina mafên jinên Kurdistanê û warê wekheviyê da roleke bi bandor dîtine, hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Jin û afretên Kurdistanê herdem beşdariyekî bi bandor li warên cûda cûdayên xebat û têkoşînê da kirine, îro jî bi kirdarî rolekî çalak li hemû sazî û damezraweyên fermiyên Herêma Kurdistanê da dibînin, Bilindbûna rêjeya xaniman li hemû waran da balkişandineke girîngê bihêzbûna bingehên wekheviyê ye.

Xaniman herdem qurbanê serekiyê tundiyê, li ser hemûyan ve jî tundiyên ceng û wan karesatan bûn ku li ser gelê me da hatine. Lê belê hîç rûdanekî karesatê nekariye rûmeta jinên Kurdistanê û bawer û wêrekiya wan ya ji bo jiyanê, xebat û serfiraziyê kêm bike.

Li Herêma Kurdistanê herdem bi peroşê ve, wekî prensîpekî çespandiya mafên mirov û demokrasiya li wekhevî û mafê jinan de nîşandaye û me karên ciddî bi vî navî da kirine. Girînge ev têgihiştin li sîstema perwerdeyê da, li hemû qonaxên xwendinê da reng bide.

Her li vê helkeftê de, bi pêwîstî dizanim, bala hemû aliyek ji bo erk û berpirsiyariyeke girîng û hestiyar de rabikêşim, ew jî beşdarî û hevkariya hemûyane ji xweparastin û rêgirîkirina li belavbûn û zêdenekirina virusa Corona li hemû bajar û bajarok û gundên Kurdistanê da.

Di demek de bi pêzanînê ve li erk û keda aliyên peywendîdar dinêrîn, hana hemû Kurdistaniyên xweşdivî didim ji bo hevkarîkirin û bi cîhkirina biryar û raspardeyên taybet bi xweparastina ji Corona û wekî erk û berpirsiyariya mezina mirovî û niştimanî û olî dibînîn.

Bilind û bi rûmet bê bîranîna 8ê Adarê roja cîhaniya jinan, silav li giyanê pîrozê wan xanimên qehremanên gelê me ku bi navê mafê rewayên gel û niştiman da canên xwe gorî kirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

PUKmedia/Serokatiya Herêma Kurdistanê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket