Parêzgarê Hewlêrê; Malbata bi Koronayê ketiye hat pişkinîn kirin

kurdistani 01:43 PM - 2020-03-07
.

.

Parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku rewşa wa malbata ku bi vîrusa Koronayê ketiye lihev e.

Îro roja şemiyê 7-3-2020`an, di heyama lidarxistina konferanseke rojnamegeriyê de ku PUKmedia`yê dişopand parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragagihand; Me rewşa wa malbata ku bi vîrusa Koronayê ketiye şopand û pioşkinîn jî ji bo wan kir û niha rewşa wan a tenduristiyê lihev e.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Firset Sofî aşkire kir ku piştî pişkinîna endamên malbata wê, derket ku hemû dûrin ji vîrusê û pêneketine, lê emê hewil bidin ku rewşê wê ji nêzîk ve hajê hebin tako bi yekcarî ji wê vîrusê rizgar bibe.

Dazanîn ku pêwîste welatiyên me pabend bin bi rênma û pirspektîvên tenduristiyê û dest ji serdan û derektina seyranan bin û dûrkevin ji kombûnan û lihevcivînan nekin tako di van rojan de xwe biparêzin ji belavbûna vîrusa Koronayê.

Her weha di dawiya axivtinên xwe de. Sofî got; Hinek berheviyên xweparastinê ji vîrusa Koronayê hatiye kirin û wê sibê roja yekşemê ji aliyê wezareta tenduriostiyê ve were derxistin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket