15 leşkerên rejîmê û çete hatin kuştin

kurdistani 01:29 PM - 2020-03-06
lI iDLIB 15 leşkerên rejîmê û çete hatin kuştin

lI iDLIB 15 leşkerên rejîmê û çete hatin kuştin

Di demjimêrên destpêkê ji hevpeymana Rûsya-Tirkiyê ya têkildarî agirbesta li Idlibê de gule hatin berdan, di encamê de windahiyên rejîmê û çeteyan hene û balafir li asîmanê herêmê negeryane.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di saetên derengiya şevê de tevî ku der barê rewşa Idlibê de Rûsya-Tirkiyê agirbest ragihand, lê li Cebel El-Zawiyê şer di navbera hêzên rejîmê û komên çete de derket û windahiyên her du aliyan hene.

Di encama şer de 6 leşkerên hêzên rejîmê û herî kêm 9 çeteyên"Partiya Îslamî ya Tirkistanî" ya girêdayî dewleta Tirk, hatine kuştin.

SOHR`ê ragihand ku Rûsya û Tirkiye der barê rewşa Idlibê de agirbest ragihand, aramî li herêmê çêbû, balafirên şer ên Rûsyayê û hêzên rejîmê li asîmanê herêmê negeriyan, lê piştî 8 saetan ji agirbestê şer derket.

Di heman demê de di her 3 saetên destpêkê de li bejahiya Seraqibê ya rojhilatê bajarê Idlibê şer di navbera hêzên rejîmê û çetayan de derket, her wiha gelek top avêtin herêmên li Ebzemo û Tiqad ên bejahiya rojavayê Helebê, Fetîra û Barê yên li Çiyayê Zawiyê.

Duh serokê Rûsyayê û serokkomarê Tirkiyê der barê rewşa Idlibê de agirbest ragihand. Ev ne cara yekemîn e ku agirbest tê ragihandin û binpêkirin, di dawiyê de jî leşkerên artêşa Tirk têne kuştin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket