Almanya: Konferansa zimanî zikmakî ya navnetewî birêve çû

kurdistani 04:38 PM - 2020-03-03
.

.

Di roja Şemiyê 29.02.2020`an de, bi merema pîroz kirina roja Zimanê Dayikê konferansek li jêr navê pirzimanî û Cihêrengî: Zehmetî û derfet ji aliyê: KURD-AKAD komela Ekadîmiyên Kurd û Zanîngeha Dortmund bi hevkarî digel Yekitiya Mamosteyên Kurd a li Ewrûpayê û Ensîtuya Kurdî ji bo Lekolîn û Zanistî Li demjimêr 12.40 konferans bi peyva xatûn Dr. Dersim Dagdeviren dest pê kir. Birêz Xatûn Dêrsim di gotara xwe de bi xêr hatina hemû mêvanan kir û bi navê konferans spasiya û komîteya amadekara konferans spasiya hemû aliyên alîkar kir dîsan behsê giringiya Konferenz kir bi kurtî anî ziman ku armanc ji vî Konferensî saxkirina roja Zimanê Daykê ye.

Li dawiya peva xwe daxwaz ji xatûna pêşkeşvan: Nalin Erdinç (Xwendevana Mamostetiyê li bajarê Köln Endama ZMK ê) kir ku bi erkê pêşkêşkirina mêvanan rabe. Xatûn Nalîn jî herdû mêvanên birêz Dr. Renate Delucchi (Şêwirmenda Akademîk, Lêkolinên Piralî AG, Peymangeha ji bo Zanista Çandî, Zaningeha Dortmundê) û birêz mamoste Abdulkadir Ulumaskan (Serokê Komeleya Mamosteyên Kurd a li Ewrûpayê) xwest ku bihên daku mijarên xwe pêşkêş bikin.

Piştî bi xêrhatinê û kurtiyekê li dor kar û xebatên mamosteyan delîve bo birêz Dr. Renate Delucchi hat dan ku mijara xwe ya li jêr navê duzimanî: zanîn û ziman pêşkêş bike. Di ronkirina mijara xwe de birêz Dr. Delucchi behsa giringiya duzimaniyê ji aliyê zanistî ve kir û tekest li wê yekê kir ku pirzimaniyê bandora xwe ya erênî li ser mirovan bi giştî û zarokan bi taybetî heye, û zarok dikare pêtir ji zimanekî bizane.

Paşî derfet ji bo mamoste Abdulkadir Ulumaskan hat dan, ku mijara xwe ya li jêr navê Dersa Zimanê Kurdî: Sînor, Zehmetî û Pewistiya Çalakbûne pêşkêş bike. Li destpêkê birêz mamoste Ulumaskan bi navê Konferansê bi germî bi xêr hatina mêvanên birêz kir û paşî bi dirêjî li ser rewşa zimanê Kurdî li Almaniya bi giştî û NRW bi taybetî axivî.

Ew pirsgirêk û astengên di rêya ziman û mamosteyan de anîne ziman û dîsana nebûna mamosteyan xalek giring bû ji mijara birêz Ulumaskan. Her weha behsê hewlên YMK ê ji bo sazkirina xolên berhevkirina mamosteyan bi taybetî ew ên vê dawiyê bi Wezareta Xwendina Bilind ya Hikumeta Herêma Kurdistanê kir. Piştî herdu mamosteyan mijarên xwe bidawîanîn, derfet bo birêz Pirofisor Dr. Polla Khanaqa serokê desteya Kurdistanî ji bo Lêkolînên Stiratejîk û tiwêjînên zanistî ya ser bi wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê hat dan ku bi rêya bernamê Skype tevlî konferansê bû.

Li destpêkê birêz Dr. Polla spasiya zanîngeha Dortmund û aliyên sazkerên vê konferansê kir. Paşî behsê giringiya pir zimaniyê û pirzimanî û rewêşa zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê kir, disan basê hewlên Wezareta Xwendina Bilind kir ji bo vekirina beşa zimanê Kurdî bi hevkarî di gel zanîngehekê li wilatê Almanya. Piştî ku birêz Dr. Polla ji mijara xwe xelas bûyî, deryê dan û standinê hat vekirin û çendîn pirs hatin pêşkêşkirin û ji aliyê simînarderan ve hatin bersiv dan, bi vî awayî rûniştina yekê li demjimêr 15.00 bi dawî hat. Rûniştina duyê li demjimêr 15.25 dest pêkir.

Ev rûniştin ji aliyê xatûn: Münnever Azizoğlu Bazan (Civaknas, Zaningeha Bremenê) hat bi rêvebirin. li destpêkê xatûna pêşkêşkar bi xêr hatina mêvanan kir û bi rêzgirtin simînarderên rûniştina duyê daxwaz kirine ser dikê, daku mijarên xwe pêşkêş bikin. li destpêkê xatûn Azizoğlu Bazan kurtiya ji jiyana her yek ji Prof. Al. Dr. Ibrahim Seydo Seydo Aydoğan û birêz Davut Yeşilmen ji amadebûyan re pêşkêş kir.

Paşî dekîve da birêz Prof. Al. Dr. Ibrahim Seydo Aydoğan (INALCO Parîs, Zanîngeha Sorbonn) ku mijara xwe ya bi navê Politîkbûn û ziman: Danûstandin û nakokî pêşkêş bike. Li pêşiyê Pirofisorê hêja behsa giringiya zimên kir û bi hestek kurdperwerane ser hişkiya Kurdan di parastina ziman û Keltûrê kurdî anî ziman, û çendîn mijarên dinên hestiyar û serincrakêş azirandin wek:

• Çi ziman ji zimanek din bi hêztir yan dewlemendtir an qelistir nînin.

• Turkan Zimanê Kurdî ne bi zimanû zanstî, belkû bi zimanê kolanê û zimanê Turkên çiyayî di serê xelkê kiriye. • Zimanê Kurdî di çavên Turkan de zimanê barbara ye.

• Zimanê serdest berdewamiyê dide desthelatê jî. • Heta ku zimanê bindest xwe berdewam bike û li ber xwe bide gereke ew zimanê serdest red bike.

• Turk hebûna xwe li ser tunebûna yên din ava dikin. Di tirisin ku Kurd û Ermen mafên xwe bistînin.

• Dema Teyb Erdogan siyaseta xwe ya nerim hember Kurdan bikardianî merema wî ji gotina Kurdistan bi tenê xapandina Kurdan bû. • Yasayên zimanê kurdî qedexekirine û destûr jî dane lê navê zimanê Kurdî negotine.

• Hemû partên desthelata Turkiyê wergirtîn, berêyê siyaseta nerim beramber Kurdan bikaranîne lê ku piştî gehane desthelatê, wan soz û peymanên xwe ji bîr kirin û dest bi nejadperistiya xwe kirine.

• Du keltûr bikevin ber hev dê hertim hevrikî çêbibe yê desthelatdar wê Kultûr û Zimanê xwe zalbike û yê din bindest bike.

• Perwerdeya zimanê kurdî yan perwerdeya bi zimanê kurdî. Piştî hingî delîve ji bo birêz mamoste Davut Yeşilmen (Zanistvan, Zanîngeha Duisburg-Essenê) hat dan ku mijara xwe li dor Wejêya Kurdî: Bandorên Civakî û Zimanî pêşkêş bike. Mamosteyê hêja bi kurtî behsê wêjeya Kurdî li Kurdistanê bi giştî û bakûrê Kurdistanê bi taybetî kir. Birêz Yeşilmen kurtiyek dîrokî li ser romana çapkiriya Kurdî li bakûrê Kurdistanê pêşkêş kir û têde rêjeya pirtûkên çapkirî ji sala 2005 heta sala 2019 aşkira kir û diyar kir ku rêjeya çapkirina pirtûka li van salên dawiyê bi rengek berçav zêdebûye lê dîsan ne di asta pêdivî de ye. Paşî mamoste sê Roman wek nimûne şirobvekirin. Her di nav berê de wek rûniştina yekê birêz Dr. Talibe Süzen (Şêwirmenda AWO yê ya Federal ji bo Migrasyona Zarokên Pirçandî û Ciwanan, Berlin) bersiva çendîn pirsên giring da û Kurtiyek li ser giringiya pirzimaniyê di xwendingehan de kir û sîstema xwendinê maf û erk ji bo biyaniyan û Almanan anî ziman.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket