Maxi-single’a Hêja ya yekem, stranên neşuştî derdikeve!
kurdistani 03:35 PM - 2020-03-03.
Albûma Hêja ya ewil Stranên Neşuştî di 20ê Sibata 2020 an de, tê ser hemû platformên dîjîtal û marketên muzîkê. Ev albûm, albûmeke besteyan e û xuya ye wê di nav arşîvên muzîka modern ya kurdî de cihê xwe bigre. Di albûmê de besteyên bi devê jinan hatine nivîsandin cîh digrin û ji aliyê muzîkal ve stran di navbera Folk Pop û Folk Rockê diçin û tên…
STRANÊN NEŞUŞTÎ Ji ME RE BEHSA ÇI DIKE?
Stranên Neşuştî ji sê stranan pêk tê û li ser sê cûreyên cûda yê tenêtiyê disekine. Strana wê ya bi navê NeNe wek manîfestoyekê ye û jiyana rojane ya jinekê vedibêje. Bi vê stranê Hêja balê dikşîne ser keda bê berdêl ya jinan ku sal dozdeh meh, 24 seatan dixebitin û heqê xebata wan nayê dayîn. Li hêla din strana wê ya bi navê Derî Lêket jineke bi wêrekî, henekê xwe bi tenêtiya xwe dike nîşan dide. Gotin û muzîka van herdu stranan Hêja bi xwe çêkiriye. Herî dawî, strana wê ya bi navê Belkî ku ji helbesta Roşeng Rojbîr ya bi navê “17” hatiye beste kirin, behsa tenêtiya dîrokî ya gelê kurd dike.
Vokalên grotesk û eksperîmental li gel melodiyên pêjnxweş çi qasî reng dabe vê albûme, muzîkjenê hoste Cansun Küçüktürk jî bi aranjmanên xwe ew qasî can dayiyê. Küçüktürkê ku wek dîrektorê müzîkê her sê stran amade kiriye, herwiha bi bas gîtar, elektro gîtar û klavyeya xwe hêz daye wan. Her sê stranên li girtîgehê hatine beste kirin, piştî ku Hêja hat surgun kirin derdikeve. Bi Stranên Neşuştî, Hêja me dawet dike ji bo em têkevin nav cîhana wê ya eksantîrîk û henekbêj…
Di vê albûma ku di bin şert û mercên gelek dijwar de hat qeyd kirin de muzîkjenên gelek hêja cîh digrin. Bülent Altınbaşê ku di cihana muzîkê de wek Kirpi (Jîjo) tê nasîn li Klarnetê, Yaşar Akpençe li perkusyonê, Gürkan Çakmak li Zirne û Dûdûkê, Ömer Avcı li Daholê dixe. Mix û Masteringa albûmê ji aliyê Cansun Küçüktürk hatiye çêkirin û albûm li Stenbolê li studyoya Drum and Bass û Studyoya malê ya Cansun Küçüktürk hatiye qeyd kirin. Hunermenda ku bi tarza xwe ya cûda balê dikşîne, tiştên rojane û sade tîne ber muzîkhezan û ji wan re dibêje derbas bin nav jiyana min a jirêzê…
***
DI DERBARÊ HÊJA
Hêja li Qesra Qenco’ya Mêrdîn jidayik bûye. Dema li Zaningeha Boğaziçiyê Edebiyata Îngilîzî dixwend, li Kluba Folklorê bi awayekî profesyonel ket nav muzîkê. Li vir bo sê salan, dersên stranbêjî û muzîkê girt, li ser muzîka gelerî ya kurdan û dengbêjiyê lêkolîn kirin û ket nav karên berhevkirina stran, klam û çîrokên kurdî. Ji Cavid Mürtezaoğlu dersa stranbêjiyê stend. Vedat Yıldırım û Feryal Öney dersên şêwe û teknîkên strandinê dan wê. Di heman demê de li ser Edebiyata Kurdî hûr bû û li Kluba Edebiyatê ya Boğaziçiyê karê kovargeriya kurdî kir. Dûre nasnameyên xwe wek wêjekar û muzîkjen anîn gel hev û bi awayekî edebî nêzî muzîkê bû. Herî dawî strana Michal Jackson ya bi navê „They Don’t Care About Us“ ji bo Bajar wergerand kurdî û vê xebatê gelekî deng anî. Piştî ku ji zaningeha Columbiayê bo Masterê hat qebûl kirin, dema xwe amade dikir biçe Amerîkayê ji ber sedemên siyasî hat girtin. Li girtîgehê xwe fêrî lêxistina gîtarê kir û dest bi çêkirina besteyan kir. Ev gelek sal in karê dublajê dike û hê nû dest pê kiriye di film û şanoyên cûda de lîstikvaniyê kiriye.
Lînkên Têkildar
• Youtube: https://www.youtube.com/c/HêjaNetirk
• İnstagram: https://www.instagram.com/hejanetirk
• Twitter: https://twitter.com/hejanetirk
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25