Hevserokên YNKê Soza Dirêjpêdana Rêbaza Mam Celal Dan

kurdistani 07:15 PM - 2020-03-02
Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî bûn hevserokê YNKê

Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî bûn hevserokê YNKê

Di encama serkevtina kongreya 4ê ya YNKê de, pêngavên girîng û dîrokî hatin avêtin.

Encûmena serkirdeyetiyê bernameya YNKê pejirand û sîstema hevseroketiyê jî pejirand û hevserokên YNKê jî hilbijart.

Mistefa Çavreş derbarê sîstema hevserokatiya YNKê de, ji PUKmedia`yê got; Îro ew sîstem hat gotûbêjkirin û bi piraniya dengan hat pejirandin.

Çavreş amaje bi wê yekê kir ku îro deng li ser sîstema hevseroketiyê hat dayîn û heya niha deng li ser sîstema hevserokatiya rêvebirina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hatiye dayîn.

   
Encûmena serkirdeyetiya YNKê di civîna îro de, bi piraniya dengan bernameya YNKê pejirand.

Îro roja 23-2-2020`an li bajarê Silêmaniyê di civîna Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, benrameya YNKê bi piraniya dengan hat pejirandin.

Di wê barê de, endamê serkirdeytiya YNKê di heyama lidarxistina kongireya rojnamegeriyê de aşkire kir ku îro bernameya YNNê bi piraniya dengên endaman hat pejirandin û raporta Kosret Resûl ya ji kongireyê re jî hat erêkirin û pejirandin. Tekez kir ku ew dixwazin perçeyek bin ji hikûmeta Êraqê û naxwazin ku çêrê partiyên ketonî li Bexdadê bikin.

Mistefa Çavreş di dirêjahiya axivtinên xwe de, got; Mesûd Barzanî pîrozbahî li YNKê kir û Bafil Talebanî vexwendibû ji bo beşdarbûna civîneke girîng ku wê roja duşemê 24-2-2020`an li Hewlêrê bê lidarxsitin.

Sekreter û cîgir û biryarder hatin hilbijartin

Encûmena serkirdeyetiya YNKê Sekreter û cîgir û biryarder hatin hilbijartin.

Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di civîna xwe ya îro roja şemiyê 29-2-2020`an de sekreter û cîgir û biryarderê xwe hilbijart.

Li gorî zanyariyên ku PUKmedia`yê bi destxistiye ku Encûmena Serkirdeyetiya YNKê îro bi serpereştiya hevserokan Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî her yek ji Ferîd Esesrd  wek sekreter û Mistefa Çalawî cîgir û Taban Ebdulah wek biryarder hatin hilbijartin.

Lahur Şêx Cengî li gel Vekin civiya

Lahur Şêx Cengî li gel konsilê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîvin Vekin civiya.

Îro roja yekşemê 1-3-2020`an, li bajarê Silêmaniyê hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî pêşwazî li konsilê giştî yê Amerîkayê Stîfin Vekin kir.

Di civînê de, bi boneya ku posta hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê werfgirtiye ji aliyê konsilê Amerîkî ve hat pîroz kirin. Her du aliyan li ser rewşa giştî û siyasî û ewlehiya Herêma Kurdistan û Êraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Bafil Talebanî pîşwazî li konsilê Amerîkî kir


Bafil Talebanî pêşwazî li konsilê giştî yê Amerîka ya li Herêma Kurdistanê kir.

Îro roja yekşemê 1-3-2020`an, li bajarê Silêmaniyê li Dabaşanê, konsilê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîf Fekin û şandeya bi wî re serdana hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa siyasî û ewlekariya Herêma Kurdistan û Êraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.


Bafil Talebanî daxwaza aştî ya Herêm û Bexdadê kir

Bafil Talebanî daxwaza aştî ya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdadê de kir.

Îro roja duşemê 2-3-2020`an, li Dabeşanê ya bajarê Silêmaniyê hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî pêşwazî li berpirsê nusîngeha UNIM ya li Herêma Kurdistanê Rekardo Rodrîgiz kir.

Di hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa aramî û aştî û pêkvejiyan û amadekirin û zemînxweşkirina riya diyaloga nîştimanî gotûbêj kirin.

Di heman civînê de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî aşkire kir ku pêwîste aştî di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Êraqê de bê kirin û çareseriya siyasî û hemû alozî û kêşeyên heyî wê ser bingeha berjewendiyên giştî û desturî bin û wê riya derbazbûna Êraqê ji vê rewşê bi wê riyê be.


Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî bûn hevserokê YNKê

  
Di civîna Encûmena Giştî ya YNKê de Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî bi hevserokên YNKê hatin hilbijartin.

Îro roja sêşemê 18-2-2020`an, li bajarê Silêmaniyê, di encama civîna Encûmena Giştî ya Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, her du endam Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî wek hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi piraniya dengan hatin hilbijartin.

Di wê barê de, Lahur Şêx Cengî di daxuyaniyeke televizyonî de, ragihand; Em soz didin ku emê bibin xizmetkarê gel û yekrêziya nav YNKê û emê xizmetkirin bikin bi armanca xwe ya herî sereke û em di xizmetê gelê xwe de ne û emê YNKê bikin bi xizmetkarê gelê Kurdistan.

Her weha Bafil Talebanî jî di heman demê de ragiahnd; Em soz didin ku emê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê nûh bikin û wê li ser şopa Mam Celal û rêbaza wî be. Em ê her di xizmeta gelê Kurdistanê de bin.

Di wê barê de, endamê encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Rehber Seyid Birayîm daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku di civîna îro ya Encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de,bi piraniya dengan peyrewa navxwe hat pejirandin û piştre jî her yek ji Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî wek hevserokê YNKê heya kongireya 5`mîn wê di kar û xebatên xwe de dirêjpêder bin.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Syid Brahîm aşkire kir ku civîna Encûmena Giştî ya Serkirdeyetiya YNKê îro bi dawî bû, lê wê rojên çarşem û pêncşemê jî dirêjpêder be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket