Li ser xwasteka Tirkiyê NATO dicive

kurdistani 01:44 PM - 2020-02-28
Li ser xwasteka Tirkiyê NATO dicive

Li ser xwasteka Tirkiyê NATO dicive

Piştî ku di êrîşekê de li Idlibê 33 serbazên Tirkiyê hatin kuştin, îro NATO li ser daxwaza Tirkiyê civîneke şêwirê lidardixe.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Omer Çelîk ragihand ku Tirkiyê daxwaz ji NATO kiriye ku têkildarî êrîşa li ser hêzên wê û gotûbêjkirina rewşa Idlibê bicive, her wiha Jens Stoltenberg jî di pêwendiyê bi telefonê de êrîşa li dijî hêzên Tirkiyê şermezar kir û daxwaz kir, ku ew êrîş bêne rawestandin.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Omer Çelîk da xuyakirin ku êrîşa li Idlibê ya bo ser hêzên Tirkiyê, tê wateya ragihandina şer li dijî Tirkiyê û tekez kir, ji niha pê ve hêzên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve wek dijmin tên hesibandin û wê artêşa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve weriin armanc girtin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket