Tirkiyê sînora koçberiyê bi Ewrupa re vekir

kurdistani 01:05 PM - 2020-02-28
Tirkiyê sînora koçberiyê bi Ewrupa re vekir

Tirkiyê sînora koçberiyê bi Ewrupa re vekir

Îro înê Dezgehên Ragihandina Tirkiyê ragihand ku derdora 300 koçber di nav de jin û zarok ber bi sînorê Yunanê ve diçin.

Rojnameya Heberler ya Tirkî destnîşan kir ku tevgera koçberan ber bi sînorê Tirkiyê-Yunanê ve dest pê kiriye,ev yek piştî daxuyaniyên berpirsên Tirk a ku gotibû em rê li pêş koçberan nagirin eger wê biçin Ewrupayê hatiye.
Ajansa Reuters amaje bi wê yekê jî kir ku koçberên Sûrê ,Êraq ,Êranê û Pakistanê berê xwe dane sînor û ewê ber bi Ewrupayê ve biçin,her wiha berdevkê AKP jî ragihandibû ku êdê ew nikarin rê li pêş koçberan bigrin.
Hêjay gotinê ye ku ev biryara Tirkiyê piştî amara kuştiyên serbazên Tirk li Idlibê di êrîşa Rêjîma Sûriyê de hatiye .

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket