Kosret Resûl pîrozî li PYDê kir

kurdistani 06:14 PM - 2020-02-27
.

.

Kosret Resûl Elî serkevtina kongreya PYDê û hilbijartina hevserokan pîroz kir.

Bi boneya serkevtina kongreya PYDê û hilbijartina hevserokên PYDê, duh roja çarşemê 26-2-2020`an, Serokê Encûmena Siyasî û berjewendiyan ya Bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Kosret Resûl Elî pîroz kir.D Her weha di birûskeya pîrozbahiyê de wiha hatiye;


Heval Ayşe Hiso û Enwer Mislim

Bi boneya bidawîbûna kongreyan we a 8mîn û hilbijartina we  bi hevserokên nû ên PYDê, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya we dikim û hêviya serkevtinê di kar û xebatên we de dixwaz im.

Lidarxistina kongreya we ya 8`mîn di rewşên pir aloz û dijwar de ku Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe û bi taybetî heya niha jî terorîst li ser me giştikan metirsiyekî mezin çê dikin. Tiştê ku tê xwestin ewe ku em bi hev re hevpeyman û alîkar bin ji bo jinavbirina terorê. Tekes jî kir ku peydakirin û parastina mafên gelê kurd wê bi riya aştî û demokrasiyê be.

Careke din ez we pîroz dikim û em ji nû ve jî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de  li gel hemû aliyên siyasî ên xebatkarji bo parastina destkevtên gelê me û peydakirin û parastina mafên gelê Kurdistan ên rewa.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket