Kongreya Netewî Hevserokên Partiya Yekîtîya Demokratîk pîroz kir

kurdistani 04:42 PM - 2020-02-27
Hevserokên PYDê Enwer Mislim û Ayîşe Hiso

Hevserokên PYDê Enwer Mislim û Ayîşe Hiso

Di peyameke taybet ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê de ku wêneyeke taybet ji bo PUKmedia`yê hatiye şandin ku pîrozbahiyên kongrê arasteya her du hevserokên PYDê dike û evê li jêr peyama KNKê ye;

Ji Bo Hevserokên Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD)
Birêz Ayşe Hiso
Birêz Enwer Muslim                                                                                                     

Bi minasebeta helbijartina we weke Hevserokên PYDê, em li ser navê Kongra Netewî ya Kurdistanê, we pîrozdikin û serkeftinê ji bo we dixwazin.
 
Rêzdaran!
 
Kongra we ya 8 min di demeke gelek nazik, hesas û grîng de, bi dirûşma "Bi yekîtîya demokratîk em ê dagirkerîyê têk bibin, Rêveberîya xweser bi pêş bixin û Sûrîyeke demokratîk ava bikin" pêk hat û kongra xwe bi serkeftî encam da. Em baş pê serwextin kû, li gel dirûşma kongrê, we pirsên siyasî, civakî û rêxistnî jî xistibûn rojevê û encamên baş dan. Di heman demê de pirsa xurtkirina kar û xebata yekîtîya netewî jî di rojeva kongrê de hebû û bawerîya me ewe kû kongra we biryarên bo berjewendîyên gelên kurdistanê encam dabe.
 
Rêzdaran
Em weke gel di pêvajoyeke gelekî hesas û girîng de derbaz dibin û jiber vê egerê pirsa pêkanîna yekîtîya netewi bo me gelekî girînge. Pêwîste em bi her awayî ji bo xurtkirina yekîtîya neteweyî û yekrêzîyê, kar û xebata xwe bi hêztir bikin û bikevin nava seferberîyê da kû em destkeftin û serkeftinê misoger bikin. Hêvîya me ewe kû bi pêşengîya we û partîya we kû xudan projeyên çareserîya siyasîye, bibe pêşeng û hevîya gelê me û gelên herêmê.
 
Em careke din pîrozbahîyê li we dikin û serkeftinê ji were dixwazin.
 
Li ser navê Konreya Neteweyî ya Kurdistanê
 
Zeyneb Murad                                                            Ahmed Karamus
Hevserok                                                                    Hevserok

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket