Pîre; Emê naveroka civînên Herêm û Bexdadê ji gel re vebêjin

kurdistani 07:03 PM - 2020-02-24
Sedî Ehmed Pîre

Sedî Ehmed Pîre

Sedî Ehmed Pîre; ragiahnd Emê naveroka civînên Herêma Kurdistan û Bexdadê ji gel re vebêjin.

Di wê barê de, endamê Encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Sedî Ehmed Pîre di heyama kongireyeke rojnamegriyê de ku îro 24-2-2020`an lidarxistiye ragiahnd; Piştî serdana me ji Bexdadê re û civîna me bi hemû aliyên desthilatdarên Êraqê re gotûbêjên pir berfereh hatin kirin.

Di çarçoveya axivtinên xwe de, Sedî Pîre aşkire kir ku encamên civînên şandeya Herêma Kurdistan û aliyên siyasî li Bexdadê di demeke nêzîk de ji gel re bidin ragihandin û zelal kirin.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Sedî Pîre dazanîn ku em dixwazin ji gel re bibêjin ku em li Herêma Kurdistanê rewşa Bexdadê normal nabînin û em dixwazin hêz ji Bexdadê re vegere û bi ser xwe were û di saziyên ewlehiyê de çaksazî bê kirin tako em bikaribin kontirola cadeyê bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket