Almanya; Pirtûka Dr. Mihemed Zeyno hat dabeş kirin

kurdistani 06:41 PM - 2020-02-23
Pirtûka Dr. Mihemed Zeyno hat dabeşkirin

Pirtûka Dr. Mihemed Zeyno hat dabeşkirin

Li bajarê Oberhausenê ya Almanyayê civaknasê kurd ê Efrînî û naskirî Dr. Mihemed Zeyno pirtûka xwe ya bi navê El-Îndîmac (Tevlêbûn) nasand û dabeş kir.

Di sala 2019`an de, pirtûkeke xwe derbarê têkeliyên navxweyî ya civaka kurd li Ewropayê nivîsand û niha jî bajar bi bajar digere û pirtûkê dide nasandin û dabeşkirin tako gelê kurd hevrêzî û hevdengiyê xwe bi xwe û cîran û gelên din re parve bike û herdem xwe nas bike.

Her weha di dawiya karê xwe li bajarê Oberhausen ê wiha got; Serkirdayetî û endamên komela Avesta li bajarê Oberhausen, pirr spas bo piştevaniya we hêjayan.

Hêjayî gotinê ye ku berê jî ji bo encamdana kar û xebatên xwe yên nasandin û dabeşkirina pirtûkê û amadebûna hezkirî û şopêner û alîgiran wiha sapadarê kurdên wan bajaran bibû ku amadebibûn û alîkar bûn bi merasîmên nasandina pirtûkan ku ev ristên li jêr hatine destnîşandan gotinên Dr. Mihemed Zeyno ye;

Dost û birader, serkirdayetî û endamên komela Kobanê li bajarê Bielefeld: pirr spas bo beşdarî û mêvandariya we hêjayan.

Gelê me li bajarê Hammê...Pirr spas bo we hêjayan

Xelkê me li bajarê Siegen,Pirr spas bo piştevanî û amedebûna we hêjayan.

Diktor Mihemed Zeyno civakbnase û ronakbîrekî kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1961 li gundê Kaxrê ya girêdayî bajaroka Mabata li herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ê jidayîkbû ye û xwendina xwe a serteayî û navendî û amadeyî li Efrînê bi dawî kirî.

Di sala 1983 ji bo xwendinê serdana Yekîtiya Sovyet ya berê kirî. Li bajarê Minêskê paytexta komara Bîlarûsiyayê zimanê Rûsî xwendiye. Her weha di salên 1984 û 1989 beşa felsefeyê di zanîngeha Keyfê ya Ukranyayê xwendiye û piştre jî diktora di felsefê de li peymangeha felsefê ya akadimiya zanistan a Sovyetê bi dest xistiye.

Ji sala 1996`an ve li Almanyayê dijî û hevjîntî pêkaniye ku bavê keçkek û lawekî ye û berhemên nivîsî jî 3 pirtûkên xwe hene pirtûka yekemîn bi navnîşana ( pirtûka Malbata kurd li derve) ku di sala 2009`an de çapkiriye, ya duyemîn (Gelo Sûrî koçberin an jî hatine koçber kirin) di sala 2017`an de çapkiriye, û pirtûka siyemîn jî bi navnîşana  (Tevlêbûn) e di sala 2019`an de çapkiriye ku niha dest bi nasandin û dabeşkirina wê kirî û endamê Komîteya Xelata .Osman Sebrî ya dostaniya gelan û endamê Komiteya Xelatê Cemîl Horo û Bavê Selah ya hunerê û endamê damezrêner ê kovara (Pênûs) E, Niha jî li Almanya li bajarê Dortmund ê dijî.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket