HNDS hilbijartina Hevserokatiya YNKê pîroz kir

kurdistani 06:09 PM - 2020-02-23
hnds, hilbijartina Hevserokatiya YNKê pîroz kir

hnds, hilbijartina Hevserokatiya YNKê pîroz kir

Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratî Sûrî bi riya birûskeyekê hilbijartina Hevserokatiya YNKê pîroz kir û ev ê li jêr naveroka wê birûskeyê ye;

Pîrozbahî...

Ji bo hevserokên YNKê....

Ji bo Encûmena Serkirdeyetiya YNKê..

Bi bomneya Hilbijartina hevserokatiya YNKê rêzdar Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî, em wek şaxa Herêma Kurdistanê ya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratî Sûrî germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya her du rêzdasran Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî û tevahiya serkirde û endamên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê kurd dikin.

Her weha wek diyare ku kongireya 4ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi kar û xebatên xwe serkevtî derbas kir û qonaxa ji nû ve xwesazkirinê jî bi serkevtî derbas kir û peyrewa navxwe û heya pergala hevserokatî jî tev bi serkevtî encam dan ku ev yek cihê dilxweşî û geşbîniya gelê kurd û dostên wê ye.

Ev pêngav jî bê guman wê di xizmeta yekrêziya gelê kurd û Kurdistanê de be ji ber ku YNKê xwedî roleke li ber çavan e û her dem piştîvan bû ye.

Careke din em germtirîn pîrozbahiyên xwe li her du rêzdaran û tevahî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dikin û serkevtin û serfiraziyê dixwaz in.

 Li gel rêz û silavan

 Hvpeymana Nîştimanî ya Demokratî Sûrî

Şaxa Herêma Kurdistanê

23-2-2020

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket