Roja zimanê dêkê ya navnetewî pîroz be

kurdistani 11:07 AM - 2020-02-21
.

.

Roja "Zimanê Dêkê Ya Navneteweyî" li hemû gelên gerdûnê û bi taybet li gelê kurd û Kurdistanê ên ku bê beş kiribûn pîroz be.

Her sal di roja 21-2 ê Sibatê de, cejina zimanê zikmakî ya cîhanê ye. Ev roj li hemû deverên dunyayêtê pîroz kirin û bi coşeke mezin ji aliyên her ziman perwerekî ve hate pêşwazîkirin.

Wek tê zanîn ku pîroz ragirtin roja zimanê dayîk ya navneteweyî, di rastiya mirovahiya pêşkevtî de, tê wateya ku gel û neteweyên cîhanê di nava civaka mirovatiya pêşkeftî de cihe xwe digrin ew jî xwedî vîn û daxwazeke bi weteye ji bo cihgirtin di nava wê civakê de.

Di Kurdistanê de, rêzantiya çewisandin û jinavbirina bi yekcarî û qirkirin li ser destê rêjîmên desthilat û dîktetorên xwînmij ên dagirker pêkhatiye.

Wek dîrok dide xweyakirin ku zimanê Kurdî li gelê kurd bi yekcarî hatibû qedexe kirin, konevaniya qirêj a erebkirin, tirkkirin û Ecemkirin pir bi bandor bû, gelê kurd ji zimanê dayîkê qedexe kirin ku ev di hemû gerdûnê de pêknehatiye û nebû ye.

Lê mixabin li Kurdistanê, her çiqas li nav rêzên gel pêşketin û xweşdiliya xwendin û fêrbûna profesînal di derbarê zimanê Kurdî de heye. Lê mixabin ta niha ferheng û kultura Erebî- Tirkî û Farisî-Ecemî di hizir û ramanên wan de dirêjî dide û raman û nivîsên rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste û nivîskarên me yên di facebook û malperan de dinivîsin zal û bi hêze.

Nîşana herî li ber çavan ewe ku dema mirov seyrî malper û rojnameyên elektronîk û facebook û yên din bi taybetî li ên kurdên Rojava û ên Bakurê Kurdistanê bike, bi piranî girîngiyê didin zimanê Erebî- Tuirkî û Zimanê Kurdî jî bi pila duyemîn carna jî kok tune diznin û di warên piraktîkî de jî bicîdikin.

Lê tenê li başûrê Kurdsitanê ji ber ku ji 80 salî ve zimanê kurdî fermî ye û piraniya zanîngeh û dibistanên wê bi kurdî ne, ew nifşên nû girîngî didin bi zimanê kurdî tîpa erebî, ew jî pêngaveke başe, lê mixabin, li herdu beşên din ên Kurdistanê hîn jî lawazî heye, serbarî ku li Rojavayê Kurdsitanê dibistan û zanîngehên kurdî hene, lê zimanê kurdî li Herêma Cizîrê ne ya sereke ye, lê mixabin di rastiyê de, zimanê erebî ya sereke ye û heya Rêvebiriya Xweser li Efrînê zimanê kurdî bi ya yekemîn dida bikaranîn, lê îro em temaşe dikin ku êdî li Cizîrê bi pileya duyemîn tê..

Weku hemû kes dizane ku tenê li Herêma Efrînê her tişt bi kurdî bû, Jiyana rojane bi kurdî bû, danustandina bazirganan û karmendan, hunermendan, dewlemanedan û twev gelê Efrînê bi kurdî bû.
Efrîniyan zimanê kurdî ji xwe re kiribûn felsefeya jiyanê, felsefeya parastina çand û kûltura resen ya kurd û Kurdistanê.

Hezar carî mixabin ku îro di roja zimanê dayîka cîhanî de, li hemû dibistanên Efrînê û zanîngeha Efrêînê û di hemû saziyên wê ên piştî dagîrkirinê de, zimanê kurdî li Efrînê qedexe ye...

Weku em hemû dizanin û rojene jî dibêjin ku Ziman yekek ji girîngtirîn û buhtirîn nêrxên mirovan e, ji ber wê jî pêwîste mirov xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.

Xwedîderketin li ziman tê wê wateyê ku xwedî derketine li rastiya hebûna gel û netewe û doza xwe ya rewa ye.

Hozan Efrînî

Kurdistan

22/2/2020

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket