PYDKS hilbijartina hevserokên YNKê pîroz kir

kurdistani 12:28 AM - 2020-02-21
PYDKS hevserokên YNKê pîroz kir

PYDKS hevserokên YNKê pîroz kir

Bi boneya hilbijartina hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê sekreterê giştî yê Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê rêzdar Mihyedîn Şêx Alî hilbijartina hevserokên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê her du rêzdar Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî pîroz kir û evê li jêr naveroka wê birûskeyê ye:

Pîrozbahî

Ji heval û hogirên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan ya bira re...
Silav û rêz...
Helbijartina herdu berêzan Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî bona hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî serkeftina lidarxistina kongireya giştî ya 40, ciyê pîrozbahiya partiya me ye.

Bêguman, xebat û têkoşîna Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan û berevanî di ber berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê bi taybetî xelkê Êraq bi gelemperî, rolekî berz û dîrokî ye.

Careke dî em we pîroz dikin û bêtir gavên serkeftî ji we re dixwazin.

20.02.2020an
Digel ciwantirîn silavan
Birayê we Mihyedîn Şêx Allî
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket