Kosret Resûl pêşwazî li Baydemir kir


20/2/2020 17:19:00
Çapkirin
      Kosret Resûl pêşwazî li Baydemir kir

Li bajarê Silêmnaiyê Kosret Resûl Elî pêşwazî li siyasetvan Osman Baydemir kir.

Îro piştî nîvro 20-2-2020 li bajarê Silêmaniyê serokê Encûmena Bilind a siyasî û berjewendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan YNKê Kosret Resûl Elî pêşwazî li siyasetvanê navdar ê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemir kir.

Di wê dîdara du qolî de, her yek ji endamên Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan YNKê Sedî Ehmed Pîre û Dara Reşîd amadeyî wê civînê bû, derbarê rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin û hevbîr û hevraman bûn ku pêwîste kêşeya kured bio riya aştî û diyalogê bê çareser kirin û mafên desturî û netewî kurd bêne dabînkirin û xwedî lê derketin.

Di beşeke din ya dîdarê de, derbarê peywendiyên di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û hêzên siyasî kurdî li Bakurê Kurdistanê de, serokê encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan YNKê herdem peywendî li gel tevahiya aliyên siyasî ên kurd hebû ye û bihêz bû ye û niha jî wê her biçe berferehtir bibe.

PUKmedia


 

Firansa rênmayan bi kurdî diweşîne


Hikûmeta Firansa rênmayên tenduristiyê li hemberî Korona bi kurdî diweşîne.

Malpera fermî ya Hikûmeta Firansayê rênmay&ecir...


»   55 Êraqî bi koronayê ketin
»  Nivîskarek: Keyo û Yaşar bi Korona jiyan ji dest dan
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye


Nexweşiya destpêkê Taon (Atra Mors) bû...

Coronavirus an jî nexweşî û pete û her tiştê ku jiyana mirovan xistiye metirsîdariyê &u...


»  Efrîn Di Navber Pilanên Herêmî , Navdewletî , Û Nezantiya Tevgera Me De
»  29,mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê ya 1991`an

Karîkator