Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê

kurdistani 06:12 PM - 2020-02-17
Taxa Şêxmeqsûdê li Helebê

Taxa Şêxmeqsûdê li Helebê

3 rojnameger, sê kesên ku berxwedana dîrokî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ragihandin cihanê. Ew berxwedanek dîrokî ya taxek biçûk li hemberî artêş û çeteyên dewletek NATO’yê û dewletek ku di cîhanê de bi barbariya xwe tê nasîn, bû.

16‘ê Sibata 2016‘an komên çete yên Opozisyona Sûriyê "Îtîlaf" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişên giran birin ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Şêniyên taxê li kêleka şervanên YPG û YPJ‘ê li hemberî van êrişan berxwedaneke bêhempa kirin.

Dema êrişên çeteyên dewleta dagirker li ser taxa Şêxmeqsûdê ku piraniya niştecihên wê Kurd in, gelek rojnamegerên jin rastiya vê berxwedanê, dijwariya êrişan û hevgirtina şêniyan li derdora şervanên YPG û YPJ‘ê bi kamere û pênûsa xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin. Ev berxwedan ji sala 2012’an destpêkir, heta 2016’an domand. Êrîşên dagirkeran di 16’ê Sibata 2016’an de gihiştin asta herî jor. Yek ji wan rojnamegeran, nûçegihana ajansa me Sozdar Weqas e.

Sozdar Weqas ji sala 2014‘an de karê rojnamegeriyê dike. Di dema xebatê xwe yê li taxa Şêxmeqsûdê de hemû pêvajoyên berxwedanê yên taxê şopandin. Sozdar dibêje  ku kamereya wê çavê civakê yê ku nirx û hebûna civakê diparêze ye.

Sozdar û hevalên xwe bi derfetên kêm karîbûn bûyerên ku di taxê de rû didin bişopînin û ragihînin raya giştî.

Sozdar a ku niha wekî editor di servîsa jinê ya ajansa me de dixebete kêliyên êrişên çeteyên Tirkiyê yên li ser taxa Şêxmeqsûdê, berxwedana gel û şervanên YPG û YPJ‘ê bi bîr tîne. 

Sozdar Weqas dibêje: "Tevî ku firehiya taxa Şêxmeqsûd biçûk e, lê rejîma Sûriyê û çeteyên kualisyonê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî taxê kirin. Şêniyan û şervanên YPG û YPJ‘ê bersiva êrişan dan û berxwedanek lehengî meşandin."

Sozdar destnîşan kir ku çeteyên Tirkiyê ji 3 aliyan ve (rojhilat, rojava û bakur) û rejîma Sûriyê ji aliyê başûr ve taxa Şêxmeqsûdê dorpêç kiribûn.

Sozdar Weqas diyar kir ku şêniyên taxê li hember êrişan xwe birêxistin kirin û li derdora şervanan kom bûn. Sozdar got: "Tevî dorpêça dijwar jî şêniyan li gorî rêgeza şerê gel xwe bi rêxistin kirin. Rexmî êrişên dijwar û dorpêçê jî teslîm nebûn. Di vê rewşê de jî dikaribûn pêwîstiyên xwe dabîn bikin, da ku berxwedanê bidomînin. Şênî têgihiştin ku divê tax were parstin û xweparastin ji hîmên sereke yên jiyanê ne.

Ji ber rêxistinbûna şêniyan û kombûna wan a li derdora şervanan, tevî ku hemû cure çekên giran û yên qedexekirî bi kar anîn û tax bêserûber dan ber topan çeteyan nedikarîn derbasî taxa Şêxmeqsûdê bibin. Di encamê de piraniya binesaziya taxê wêran bû ku bermaniyên wê şahidê dijwariya êrişan in."

Sozdar diyar kir ku piştî şervanên YPJ û YPG‘ê hemû êrişên çeteyên Tirkiyê (Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam) têk birin çeteyan dîsa ji rojhilat, rojava û bakur ve, bi hemû çekên giran êrişî taxê kirin. Sozdar got: “Şervanan bersiva êrişan dan û nehiştin derbasî taxê bibin. Tax 3 caran bi çekên kîmyewî hat hedefkirin. Cara yekem di 8‘ê Adarê de, ya duyemîn di 7‘ê Nîsanê û ya sêyemîn jî di 8‘ê Nîsana 2016‘an de ev çek hatin bikaranîn."

Nûnerê çeteyan di civînek a li ser mijara çareserkirina aloziya Sûriyê ku li  bajarê Cinêvê çêbibû, li xwe mukur hatin ku wan li dijî taxê çekên kîmyewî bi kar anîne, li hemberî vê yekê cîhanê dengê xwe dernexist.

‘3 ROJNAMEGERAN ŞER Û BERXWEDAN JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHANDIN‘

Sozdar diyar kir ku ew û 2 hevalên xwe (Sîlva Mustefa û Fîdan Abdullah) êrişên çeteyan ên li ser taxê û berxwedana gel bi derfetên kêm dişopandin û wiha domand: "Derfet pir kêm bûn. Di warê karê ragihandinê û xweparastinê de pisportî têrê nedikir. Ji ber ku çeteyan bêserûber tax topbaran dikirin. Me nedizanî em çi bikin, an jî çawa êrişên hovane û berxwedana li hemberî wê ji raya giştî re ragihînin. Lê me xwe bi rêxistin kir û bi kamereya xwe bûyer dikişandin da ku bi rêya ajansa xwe ji raya giştî re parve bikin."

Sozdar diyar kir ku ji ber êrişên bêserûber ên li ser taxê bi dehan sivîl şehîd bûn, piraniya wan jin û zarok bûn. Sozdar got: “Şêniyên taxê bi derfetên ku di destê wan de mabûn li ber xwe dan û kêliyekê tax terk nekirin.”

Derbarê çawaniya xebatê Sozdar Weqas ev tişt anî ziman: "Em bi derfetên pir kêm dixebitîn, kamreya me yek tenê bû. Di wê demê de internet pir lewaz bûn û navendeke sabit tunebû ku em tê de bixebitin. Bi wê kamreyê em derdiketin kar, car caran me li nexweşxaneyan, caran di jêrzemînan de, caran li kolanên taxê yanî jî eniyên şer, nûçeyên xwe amade dikir. Tekana armanca me ew bû ku em berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ragihînin."

Sozdar wan kêliyan bi van gotinan vedibêje: "Xema me di wê demê de ne teknîka pêşketî bû, îrade û israr bû. Me bi îrade û îsrara xwe heta astekê berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ji piraniya dezgehên çapemeniyê yên herêmî, cîhanî û rêxistinên mirovî parve kir. Me dîmen û wêne dida piraniya saziyên ragihandinê."

Sozdar destnîşan kir ku xebatên wan ne tenê şopandina bûyerên li eniyan bû, di heman demê de rûdanên li taxê diqewimîn, navê şehîdên sivîl, rewşa tenduristiyê û çawaniya kombûna şêniyan li derdora şervanan hatin şopandin. Sozdar wiha domand: "Rojekê dema çeteyên îtîlafê tax bi dijwarî topbaran dikirin gelek top li malan ketin. Hinek di bin enqazan de man. Êrîşek gelekî hovane bû. Dest û lingên hinek zarokan jêbibûn. Hinekên din jiyana xwe ji dest dan. Qêrîna jinekê ku bêhna gazên çekên kîmyewî standibû ji bîra min naçe. "

Rojnamager Sozdar Weqas anî ziman ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in û got: "Ji rojnamegeran tê xwestin rastiyê ji raya giştî re ragihînin û rola xwe baş bilîzin. Berxwedana gelên herêmê ya li hemberî dagirkeran bişopînin."

Li vir temaşe bikin...


PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket