Artêşa Sûriyê rêya serekî û stratejîk kontrol kir

kurdistani 09:24 AM - 2020-02-16
 Artêşa Sûriyê rêya serekî û stratejîk kontrol kir

Artêşa Sûriyê rêya serekî û stratejîk kontrol kir

Li gor ragihandina wezareta berevaniya Rûsiyayê ku rêya serekî û stratejîk 5m ya di navbera Şam û Helebê de bi temamî ji dest çeteyan hate rizgarkirin.

Her wiha piştî rizgarkirina rêyê 5m ji dest girûpên çekdar, niha hêzên Rêjîma Sûriyê berê xwedane navçeya Şêx Eqîl û bajaroka Etaribê,destnîşan jî kir ku li gor hijmara hêzan kêm bûn lê ew serkeftî bûn.
Li gor çalakvanên herêmî ku derbarê van pêşhateyan li ser çeperê şer li rojavayê Helebê, artêşa Tirkiyê hêzên xwe li bajarokên Etarib û Kefir Kirmîn qayîm kirin, daku rê li ber hêzên hikûmetê bigire, herwiha li gundê Mearret Hitat li başûrî  Mearret Numan li başûrê parêzgeha Idlibê artêşa Tirkiyê rêya M5 a di navbera Şam û Helebê de qut kir, di heman demê de artêşa Tirkiyê li bajarokê Erîhayê li başûrê rojavayê Idlibê hêzên xwe li ser rêya M4 a ku Heleb û Laziqiyê bi hev ve girêdide qayîm kirin.

Ev di demekê de ye, ku rojane berpirsên wî welatî hişyariyê didin hikûmeta Sûriyê ku divê hêzên xwe li gor rêkeftina Soçî ji navçeya Bêçek li Idlibê vekişîne.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket