Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo

kurdistani 06:13 PM - 2020-02-15
Hişmend Şêxo û nemir Xalid Elo

Hişmend Şêxo û nemir Xalid Elo

Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo
Siyasetmedar , Rewşenbîr û xebatkarekî dilsoz û dilêr bû

Tu ji bîr nabî hevalo
Di gel bilbil dinalim
Di gel xortan dikalim
Di gel qîzan diqîrim
Bi şev û roj bi gav û dem
Bi teqîna topan re
Bi gurmîna bomban re
Tu jî bîr nabî hevalo
Di ber qêrîna jin û zarokên di jêr zemînan de
Di girtîgeh û zîndanên çeteyan de
Di kongir û civînên partîzanî de
Tu ji bîr nabî hevalo
Li şêrewa , Deşta cûmê , çiyayê xastiya û Hawarê , li Şiyê , Çeqela , Li Bîrê Kosa ,
Li Kitxê.... Rûniştina li ber dara gulê , xewa li bin dara gûzê , Di ber vêxistina matorê re û amedekirina mize , ken û henekên te....
Tu ji bîra min naçî delalo
Di amedehiyên Sersal û Newrozan de Li ber solava Gemrûkê û Bendava Meydankê , li Yayla , zozan û seyrangehan li ber maseyê , bi awaz û şîngşînga piyalên meyê re Her li ber çavên min Naçe ji bîra min Awirên wan çavên pilingî kenî hênik , bejnê zirav Bihna şûşê dîzayr û dûmana cixareya di nav lêvên te de Tu ji bîr nabî hevalo
Li Helebê , Li Kobaniyê û Cizîrê , bîranînên me li mêvanxaneya ( Asya ) û li Hola hevalê Cegerxwîn. Li Kurdistana Başûr û Bakur li ber gola Wanê Wêneyê hevalê Xalid herdem û her gav di bîra min de ye
Gelo ezê karibim bi tenê birînên Efrîna xwe bikewînim û derman bikim , Ew birînên ku bûne welat....

Kurte jiyan

Di sala 1984an de li bajarê Efrînê hatiye jiyanê, zaroktiya xwe li gundê ciwan li
( Mistika ) derbas kiriye , xwendina xwe ya seretayî li gund xwendiye , xwendina xwe ya amedeyî û navendî li bajarê Efrînê xwendiye. Di sala 2005an derbasî zanîngeha Helebê bûye û li wir zagonsazî xwendiye.
Di dawiya sala 1999an de û di destpêka sala 2000 î de ew weke hemû xortên me hestên welatparêziyê li cem gur dibin û guhdanê bi xebata netewî ya kurdî dike , Di vê çarçewê de wî guhdan bi dîroka gelê xwe kiriye , Dîroka şoreşên kurdî û Dîroka Kurdistanê baş xwendiye û weke xortekî welatparêz peywendî û dostanî bi gelek aliyên tevgera xwe ya netewî re kiriye.
Di sala 2004an de ew derbasî nav xebata Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bûye û di nav rêxistinên xwendekaran de karkiriye û di sala 2011an de ew bûye Endamê Komîta şaxê û di wê demê de Ew û hevalê xwe di Partiya Pêşverû de rêxstineke xwendekaran li Efrînê dadimezrînin û rêbertiya wê rêxistinê dikin. Wek xortekî parêzer û kadirekî partîzan li gelek çalakiyan li Efrînê beşdar bûye û gelek civîn û semîner ji xwendekaran re çêkirine. Di sala 2015 di konfiranseke herêmî de ew hate hilbijartin wek nûnerê şaxê ji kongirê çardemîn re .
Di sala 2015an de ew Endamê Kongirê çardemîn bû ya Partiya Pêşverû ( Kongirê pakrewanên Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê). Piştî li darketina kongirê çardemîn Di konfiransê Efrînê de hevalan ew hilbijartin ji komîta herêmî re di wî konfiransî de ew bû Endamê Komîta Herêmî û berpirsê rêxistina bajêr û wisa xebata xwe berdewam kir heya kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Êvara 15 heyva Sibatê weke her roj ji bo mijareke partîzanî li cem min bû , me karê xwe bi dawî anî û me soz da ku siba di demjimê 10 bi sibê em hev bibînin , Lê sed mixabin pistî sê demjimêran Di 16 / 2 / 2018an de û di demjimêr 12 êvarê bi êş û xemgîniyeke mezin min nûçeya koçkirina xortê ciwan, xebatkarê hêja hevalê jiyana xwe rêheval Xalid Elo bihîst. Hevalê Xalid xortekî hêja û gernas bû , xebatkarekî paye bilind û cefakêş bû, hevalekî mêrxwaz û partîzanekî pêbend û dilêr bû Ew nimûneyeke zindiye ji xebatkarên partîzanî re. Mamoste Xalid yek ji wan xebatkarên dilsoz û bîrmend bû , û bi dirêjahiya salan ji buhara jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û di karê partîzanî de berdewam bû , Bê westan di hemî beşên civakê de û di nav xwendekarên zanîngeha Helebê de û di gelek qonaxên xebatê de hevalê Xalid bi mêranî dixebitî û wek xebatkarekî dilêr û parêzerekî zîrek bervanî di ber rêbaza partiya xwe û doza netewî ya kurdî de dikir.
Hevalê Xald ji nufşê xwe re Bav û Bira bû , ji Partiya Pêşverû re hevalekî çalak bû. Nefsbiçûk bi heval û dostên xwe re , nefsbiçûk bi civaka xwe re , hêvî û daxwaza wî ew bû ku gelê kurd wek hemî gelên cîhanê bighê azadiya xwe û Ala xwe li ser xaka xwe hilde û jîneke bi rûmet bijî. Xortekî hêja Rewşenbîr, siyasetmedar , mêrnas û dilêr bû di nav nfşê xwe de.

Gelî camêran

Bi rastî çendî ku ez li ser vî camêrî bêjim û binivîsim ez kêm dibêjim ji ber ku em bi hevre mezin bûn , Em hevalê hevî jiyanê bûn û di hemî qûnaxên jiyana rojane de em bi hevre bûn û rojekê min kêmasiyek wî camêrî nedît. ji bilî ku ew hevalê jiyana min bû zêdetirî Yazde salan em bi hevre xebitîn û Ez berpirsiyarê wî bûm û di hemî qûnaxên karê partîzanî de nayê bîra min rojekê min karek jê xwest û wî got ez ne vala me yan karekî min heye û hew... Lê belê ew Herdem amede bû ji xebatê re û çi karê wî heba di cî de dihêşt û digot : Mamosteyê min Ez amede me ,Kar û xebata me ya netewî di ser her tiştî re ye.
Hevalekî xebatkar û dilsoz bû , Hevalê hevalî xwe bû.
Çûna kak Xalid ne tenê zirara malbat , Heval , Dost û partiya wî bû , Lê belê mezintirîn zirar bû ji civaka me re û ji tevgera netewî ya kurdî re. Li dawiyê Ez bang li jinên me yên cefakêş dikim û dibêjim Dayikno xweşkno bi lîliyên serkeftinê bi lîliyên şahiya Newrozê ji lawê xwe re ji zavayê Efrîna birîndar re bilîlînin bi qêrîna zarokên Efrîna dagîrkirî Bi nalînên partîzanan ez dibêjim hevalê minî hêja û Leheng Nemir Xalid Elo saxe û dimînê sax di hiş û dilê me de. Hevalê Xalid sond bi wan çavên te yên ku bi dehan stêran xwe lê digrtin Bi navê te
Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê Partiya Pêşverû emê di rêveçûna xebata netewî ya kurdî û di karê partîzanî de berdewam bin heya ku gelê me ji dagîrkerî û ji zordariyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.

Sed silav li giyanê te ey şêrê Efrîna dagîrkirî…

Sed silav li giyanê te Ey dilsozê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Hezar silav li giyanê te Ey hevalê xebatkar û cefakêş
Li gora te hezar Silav

13 / 2 / 2020

Hevalê te : Hişmend Şêxo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket