Pêşkeftina Artêşa Sûriyê berdewam dike

kurdistani 09:19 AM - 2020-02-13
.

.


Di çarçoveya pêşketinên Artêşa Sûriyê li rojavayê başûrê Helebê de li derdor Idlibê şer û pevçûn berdewam in, ku dih hêzên Sûriyê deverên zêde kontrol kirin û xistin jêr destê Rêjîmê .

Hêzên artêşa Sûriyê taxa Raşîdên 4 a girîng ji destê gurûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê û desteya Tehrîr El-Şam rizgarkirin, li Bakurê Rêya M5 jî artêşa Sûriyê bajarokê Xan El-Esel, Wadî El-Qewasî, Cebel Leyla û binkeyeke serbazî ya taybet bi sûtemeniyê li Bakurê Xan El-Esel kontrol kirin, û çete ji wir bidûrxistin.
Her li başûrê rojavayê Helebê, hêzên hikûmeta Sûriyê, şer li derdora gundê Kefer Noran dikin û nêzîkî bajarokê Etarib bûne û riya deriyê sînorî yê Bab El-Hewa qut kirine.
Li parêzgeha Idlibê, piştî ku grûpên opozisyona Sûriyê piştevaniya hêzên Tirkiyê bajarokê Nêreb li Rojavayê Seraqibê ji destê Rêjîmê derxistibûn şeva borî, careke din Rêjîma Sûriyê Nêreb bi temamî kontrol kirin.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket