​​​​​​​Hêzên Rêjîmê herêmên din kontrol kirin

kurdistani 09:22 AM - 2020-02-12
​​​​​​​Hêzên Rêjîmê herêmên din kontrol kirin

​​​​​​​Hêzên Rêjîmê herêmên din kontrol kirin

Li gor ragihandina ajansa SANA‘yê ku hêzên Rêjîma Sûriyê li gundewarê Helebê du herêmên din xistin jêr kontrola xwe.
Ajansê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî oparesyyonên dijwar li dijî terorîstan ,di encamê de hêzan Xan El-Asel û taxa El-Raşidîn rizgar kirin, ev yek hêşt ku aliyê rojhilatê rêya navneteweyî Heleb-Şam bi temamî rizgar bibe".Destnîşan hat kirin ku gelek kuştî ji terorîstan ketin.

Bi salên destpêkê yên aloziya Sûriyê re navê Xan El-Asel derket pêş,di Adara 2013`an de çalakvanên sûrî dîmenên bi dehan sivîlên ku dixeniqîn tevî ku şûnên birînan li ser wan tune ye tevî hejmarek kuştî li taxa Xan El-Asel a Helebê li bakur rojavayê Sûriyê belav kirin. Ev bûyer dosyaya çekên kîmyawî yên rejîma Sûriyê derxistibû pêş.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket