Bê Te...Feysel Jakob

kurdistani 06:46 PM - 2020-02-06
Helbest: Feysel Jakob

Helbest: Feysel Jakob

Bê te ez mame tenê
Bûme wek dara bê av
Gul û beybûn çilmisîn
Ji wa nayê bêhna gulav
Ez bûme tayekî qels
Weke tayê xav
Bê dîtina te jîn nîne
Hercar û hergav
Jiyan li min tehil bûye
Tehile wek zirav
Ji axîna dîtina te
Êş dide dil û hinav
Ji ahînê bê çare me
Ev dil maye bê lixav
Li ser rê winda me
Nema nasdikim hindav
Li ser rêka evînê
Bûme dînek destbelav
Rê dûre şev tarîne
Roj li min dikin tengav
Sebr û aram nemaye
Vî dilî kir me bêgav
Li ser min ewrê reşe
Kengî li min dibê tav
Derenge dem hatiye
De rabe bike çargav
Herkes li ser piyaye
Tu weke gola pengav
Va dunya li min beşişî
Carek tu bike silav
Bi wa tilîyen xwe yê naz
Can bike hengav
Gava çav te dibînin
Ji ziman nayê zarav
Erd û asman vedibin
Ji ewra dibarê xunav
Gul û sosin şerm dikin
Gava tê bejinzirav
Lêv dikenin dil jê ra vebû
Bûye wek delav
Pirr westiyayî û bi têhn
Ji vedixwê mina av
Li deşta evîna te
Dikim qoşme û çargav
Were em azad bin
Li ser erda kal û bav

Helbest: Feysel Jakob

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket