Nêrînên derbar projeya Wargeha Yilmaz Guney de

kurdistani 05:49 PM - 2020-02-03
Nêrînên derbar projeya Wargeha Yilmaz Guney de

Nêrînên derbar projeya Wargeha Yilmaz Guney de

Projeya veberhemanîna di kerta sînema û Dirama de li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê dest bi cihkirina dibe.

Ew projeya mezin û girîng ku wek 8`mîn sersurhênerên dinyayê wê were jimartin, ji bo vejandin û nasandina armancên Guney ye ku di hemû jiyana xwe de, tenê dixwest xizmet bi doza gelê xwe bike û doza gelê xwe bi her awayekî be, bike bi rewa û di hundir sazî û dezgehên navneteweyî de bike bi fermî û rewabûbna resen ji kar û xebatên netewî ê kurd re saz bike.

Di wê Wargehê de, hemû rengên jiyanê wê hebin. Zanîngeh, Wezişgeh, Holên cuda cuyda, zîndana Yilmaz Guney ku wê taybet bi ji bo ew kesên ku dixwazin proje an jî seneryo an jî nivîsên xwe ên her tiştî û babetî bin, dikare bi mehan tê de be, dema ku bi dawî kir, wê komîteya serpereştiyê berhema wî jê bikirê, ev tê wê wateyê, hem di zîndanê de, ji ber hêminî û hizir rihetî dikarî karên xwe ên nivîsê bi dawî bike û hem jî, ji bo firotinê, nirxê berhema wî bilintir e û sûdmentir dibe.

Ew proje 5 sal jê re tê terxankirin, di wê 5 salan de, bi hezaran karker dibin xwedî kar, bisedan endazyar û parêzer û hunermend û rojnamevan jî dibin xwedî kar û xebat. Derfeta kar pir dibe, nirxê rojena ya karkeran bilindtir dibe û baştir dibe çi li hundirî wargehê û çi li dervayî wargehê.

Ev proje ji bo her 4 aliyên Kurdistanê ye, ji bo vejandina rastiya huner û çand û kultûra kurdî ye, ji bo nasandina çand û kultûr û şaresteniyeta kurdan bi cîhanê, bi taybet di dema vexweendinên girîng ên hunermendên mezin û naskirî li cîhana erebî û Ewropî û Amerîkî û Asyayî û hd..

Di wê barê de, hejmarek ji rewşenbîr û siyasetvanên kurd wiha nêrînên xwe anîn ser ziman;

*Mihyedîn Şêx Alî

Mihyedîn Şêx Alî sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrtaîk a Kurd li Sûriyê, dema ku me nêrîna wî derbarê projeya Wargeha Yilmaz Guney de xwest, bi vê rengî nêrîna xwe da;

Bi bîranîna kesayetî û berhemên Yilmaz Gûney re(kitêba wî SALBA jî di nav de) pir tuşt têne holê...ne xasim nirxên têkoşîn,cefakêşî û fedekariya mirovhezan bona Aştî ,Azadî û Wekheviyê.

Yilmaz Gûney Semboleke  ku hêja ye bi taybetî  Kurd û Turk bejna xwe li ber bitewînin. Bêguman pirojeyeke pîroz e û hêja ye hemî jê re alîkar û piştgirbin da ku  bi serkeve .

Mala we û birêz Hawar Mustefa Xan ava.

*Selahê Musê

Selahê Musê rewşenbêîrekî dêrîn ê Rojavayê Kurdistanê li Almanya yê ye, gelek car li gel nemir Mam Celal civiya ye û pir gotinên Mam Celal jî heye niha liberkirî û car caran di dema mijarên girêdayî vedibêje, lê derbarê projeya Yilmaz Guney de wiha aşkire kir;

Yilmaz Guny êşa gelê belengaz a civakî û siyasî bi riya hunera herî modêrne. Ew jî Sînemaye anî ziman, Yilmaz Guney bi xwe şoreşek bû wek volkan bû, rastiya civakê li welatê me bi riya hunera xwe anî ziman û rastî gelek zehmetî û zulmê hat, bi salan di heps û zindanan de jiyana xwe derbas kir. Lê ji bîr û baweriyên xwe bi dûr neket, her tim di dilê Yilmaz Guney de azadiya Kurdistanê hebû.

Yilmaz Guney bi kul û derdê gelê xwe her roj difikirî, ji ber wê yekê zu xatir ji me xwest di temenê 49 saliyê de ji nav me bar kir çu ser dilovaniya xwe, Gora Yilmaz Guney li Goristana herî bi nav û denge li cîhan ye. Parisê/Fransa çi qas Hunermend ,Rewşenbîr, Siyasetmadarê herî mezin hene li wê Goristanê hatine binaxkirin.

Pîroz û spas ji bo Şarî Slêmanî, ku bi vî karî pîroz radib e.
Serkeftin.

*Silêman Ereb

Silêman Ereb siyastevan û nûnerê PYDê li Başûrê Kurdistanê derbarê nêrîna xwe ji amadekirina projeya Wargeha Yilmaz Guney de wiha anî ser ziamn û got;
Şev baş
Dest xweş ji nivîsandina we re, proje gelek ciwan û bi wate ye, û destê we sax be.
Silav û rêz


*Qehreman Hesen

Qehreman Hesen çalakvan û serokê komîna gundê Miskê bû, derbarê projeya wargeha Yilmaz Guney de, wiha nîrçna xwe anî ser nivîsê;

Zindî kirina nav û xebata kesekî gewre û tekoşer mîna YILMAZ GUNEY bi kampaniya û pirojek derhinerî, li bajarê Silêmanyê baytexta rewşenbîrî, cihê şanazî û pîroziyê ye li ba her kesê kurd perwer û piştivanê xebata wî ser asta Sînema Cîhanî. Wî helbet êş û zehmetiyên gelê xwe bi riya kar û hunera xwe bi dinyayê da zanîn û gelek xilatên bilind jî wergirtin..
Rêz û hurmet ji bonana kes û karê va piroja zêrîn...

*Dostim Hejar

Dostim Hejar helbestvan û rewşenbîr û serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Aştîxwaz di barê projeya Yilmaz Guney de wiha da zanîn;

Kar û xebatek pir hêjaye gavên pîrozbahîne tê xuya dîrok jîn û şînd be bi kesê mîna we, em we pîroz dikin û pêştgirya we dikin birastî yê mîna we hebin yê mîna Yilmaz Guney namirin. Silav û rêz ji bo kar û xibata te yî hêja, mamoste Hozan her bijî.

*Zaki Iso

Zekî Îso hunermend û nîgarkêş ji Efrînê ye û ev demeke li Ewropayê dijî, derbarê projeya Yilmaz Guney de wiha got; Ev Proje bi xwe karekî gelekî hêja û bi nirx e. Xizmetî çand û hunera kurdî dike .

Yilmaz Guney yek ji welathez û welatperwerên mezin bû, jiyaneke bi êş û zehmet derbas kir, û êş û zehmetiyên gelê xwe bi riya kar û hunera xwe bi dinyayê da zanîn
spas bo hemî kesê ji bo serkeftina vê projeyê ked dane û hîna jî didin

*Dawud Çîçek

Dawud Çîçek rojnamevan û nivîskar e ji Efrînê, endamê rêvebiriya Rêxistina Hawar e ku di bersiva xwe ji PUKmedia`yê re wiha got; Hunermendê mezin ye kurd Yilmaz Guney hêjayî vê xebatê ye û projeyek bi vê mezinahiyê ye û paytexta rewşenbîriyê Silêmaniye jî hêjayi projeyek weha ye, bi rastí welat û netew bi hunerê pêş dikevin..

Kurdan di dîroka xwe de gelek qehremanî kirin û dikin û tişte di holywood û bolywoodê bune filim bi heqiqi derbas kirine ... Spas ji bo mamoste Hawar Xan û serpereşyarên vê projeyê ... Serkeftinê ji we re dixwazim ...

*Temoz Şemalî

Temoz Şemalî jî yekeke ji nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ên herî çalak ku di bersiva xwe ji PUKmedia`yê re wiha got;

Silav û rêz

Proje bi xwe karekî gelekî hêja û bi nirx e. Xizmetî çand û hunera kurdî dike, û bi taybetî jî kesayet û kar û xebata Yilmaz Gûnay kiriye ciyê hurmet nirxdayînê ye ku di riya huner û kamîreya xwe re di demeke zehmet de êş û rewşa kurdan bide diyarkirin, lewre li gorî nerînên me projeyeke wisa sezayî keda Yilmaz Gûney e belkî merov wisa bikaribe hinekî kedkariya wî aşkere bike û wî bibîr bîne. Xwezî projeyên wisa di derheqê kesayetên kurd ku şûntipilên xwe di dîroka çand, huner û wêje ... hwd neqiş kirine û mayînde ne de, bêne kirin û bi tayebet ji hemî aliyan de derfet li wê derê (Silêmaniyê) hene.

Spas bo hemî kesê ji bo serkeftina vê projeyê ked dane û hîna jî didin.

*Sileman Jafer

Silêman Cafer ji kurdên Êzîdî ên Efrînê ye, serokê desteya zagonan ê rêvebiriya Efrînê li Şehbayê ye, di bersiva xwe ji PUKmedia`yê re wiha nêrîna xwe anî ser ziamn; Her şoreşekê beşên xwe yên cor be cor hene, yek ji wan hunere û sînema hunera herî bi bandore.

Gelek welatperwer dixwezin welatê xwe ji sitemkarî, zodarî, dagirkeriyê rizgar bikin, lê dibîne çawa welat xwe bi destên hêzên hov û xwînmij hatiye perçekirin, û bala xwe dide çawa gelê wî şerpeze buye û bê hêz ma ye, û dema dighê astekî ku eger xebatekê ji bo welatê xwe nekê wê biteqe. Di vir de berê xwe dide xebateka bi bandor.

Yilmaz Guney yek ji welathez û welatperwerên mezin bû, jiyaneke bi êş û zehmet derbaz kir, dil û mejû û hestên da gelê xwe, lê ji ber ku dijmine me nahêle kesên wek Guney werne naskirin, çember li derora vî welatperwerî gerand, heya demekê me bi kar û xebataî wî camêrî nebhîstibû heta girtina wî xelata zêrîn ya ji bo filmê YOL(Rê) girtibû.

Ev kar û xebata ku li Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriya kurdî tê kirin, ez pîroz dibînim, lê hêviyaka min ji va paytextê û ji hemu hêz u partî heye ku kesên hunermed û rewşenbîrên ku ji bo kurdetiyê xebat û karên balkêş watedar dane, di giyana xwe de bêne xelatkirin, ne ku pişt koça wan ji cîhanê.
Serkeftin

*Mistefa Şêxan

Mistefa Şêxan wek çalakvan û çavdêrê siyasî kurd ji Kobanê derbarê pirsyareke PUKmedia`yê ji projeya Yilmaz Guney re wiha nêrîna xwe anî ser ziman;

Hunermend û derhênerê mezin ê kurd Yilmaz Guney di hûnera xwe de her tim bindestan esas girtiye. Bi esle xwe ji Siverek a riha ye. Serokati dibêje dewlet bi zanebûn li beramberî wî İbrahîm Tatlıses derxist. Ji bo ku asimile bike bi çand û huner.

Di dema wî de rexistinên kurdî kem bûn. Çepên tirk xwirt bûn. Wî jî alîkarî dide wan. Yek ji pîşengê wan Mahîr Çayan ku Tirkiye dixwast wî bi kuje demekî dirêj Yilmaz Guney wî di mala xwe vedişêr. Li ser wan kar û helwestên xwe ên kurdeyetî û şoreşgerî, Hikûmeta Tirk dixwaze Guney ji holê rake. Direve diçe Fransa, li Paris di 1984`an de jiyana xwe ji dest dide.

*Heybar Othman

Heyber Osman rojnamevan û peyamnêrê kenala Alhura li Rojavayê Kurdistanê ye û ji Hesekê ye, di barê projeya Wargeha Yilmaz Guney de wiha nêrîna xwe anî ser ziman; Spas ji bi Heval Hozan û Kak Hawar... Serkeftin ji bo we, of course karekî giring e.

*Eladîn Mişo

Eledîn Mistefa Mişo ji Kobanê ye û xwediyê Kompaniya Ela Mişo li Silêmaniyê bû, biraekî wî bi navê Mihemed  di komkujiya 25-6 an de hat şehîd kirin, derbarê projeya Yilmaz Guney de wiha got;
Projeyek serfiraz û girîng, wekî ku karaktera Yilmaz Guney li ser asta cîhanê girîng e, û her weha bajarê Silêmaniyê, bajarê çand û şaristaniya Kurdî ye.
Em hêvî dikin ku dê projeyek dê bala cîhanê bikişîne û spas ji bo ramanên mîna şaristaniyê Ji hêla rewşenbîrên Kurd ve Derhênerê Mustafa Khan, û hûn jî di warê medyayê de.


*Azad Elî

Azad Ali serperştyarê Destpêşxeriya Kurdî li Almanya ku ji Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye derbarê projeya Wargeha Yilmaz Guney de wiha got; Ez dikarim bibêjim ev gavek girîng û destpêka nîşandana sînemaya Kurdî ya di esasê xwe de ye.
Ji bo piştgirî û pêşxistina wê bajarekî sînemayî bixebitin
Serkeftin û serfiraz

*Hêvîn Efrînî

Hunermendeke jin a Efrînê ye ku demekê li Silêmaniyê bû, niha ji li gel malbata xwe li Almanyayê dijî, di barê projeya Yilmaz Goey de wiha got; Serkeftin be û riya we her û tim vekirî be wîn sax bin.

*Şêrwan Qasim

Ramaneke pir başe, bi taybet sînemakarê mezin Yilmaz Guney bi bîrtîne, lê ez bawer dikim ku wê bikanin projeyê bikin gundek ji bo sazkirina filîman wek li gelek welatên cihanê heye .

*Yasîn Hisên

Yasîn Hisên rojnamevan û nivîskar û helbestvanê kurd ji Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê di bersiva xwe ji PUKmedia`yê re dibêje; Karekî pir bi nirx e, destên we sax bin.

*Elî Îzet

Elî Îzet rojnamevan û nivîskar û çalakvanekî ronakbîrî kurd ji Efrînê ye ku niha jî li Ewropayê dimîne di barê projeya Yilmaz Guney de wiha ji PUKmedia`yê re got;

Di baweriya min de ev projeya han projeyeke şaristanî û çandî yî girîng e ji ber ku girîngiya çand û hunera kurdî ji raya giştî re di tevahiya herêmê de diyar dike. Bi omdî me ku çalakiyên wisa geş bibin li qada çanda kurdî.

Spasdar im ji hemû kesên ku ev projeya hunerî afirand û herwiha serkeftinê ji we re hêvî dikim

*Emîne Misto

Emîne Misto wek çalakvan û rojnameger ku xelkê Efrînê ye û niha li Almanyayê dijî, di barê projeya Wargeha Yilmaz Guney de wiha nêrîna xwe anî ser ziman;

Bi xwedê cîhê serbilindiyê ye. Tê xwestin em kesên gewre di jiyana kurda de bi Dinya yê bidin naskirin. Ne tenê Siyasetmedar û şervan doza Gelê xwe radikin.
Yilmaz Guney Senboleke Cîhanî ye di Cînemayê de, gereke em kurd bi karê wî serbilind bin. Projeyeke hêja ye û Saeta we xweş.

*Faysal Jacob

Reysel Jakob Çalakvan û endamê Tevgera Rizgariya Rojavayê Kurdistanê ye û di bersiva xwe ji PUKmedia`yê li ser nêrîna wî ji projeya Yilmaz Guney li Silêmaniyê wiha da zanîn: Her karê bikeve di bin bercewendiyên gelê kurd de, ew cihê rêzê ye. Çi di warê hunerî de be yan jî di warê çivakî, ramyarî, zanistî, kultûrî, ferhengî....de be, min di cewaniya xwe da rûmana wî ya bi navê ( salab) heger baş bê bîra min bi zimanê Erebî xwand المهلهل. Ta vê gavê jî hê hinek ji çîroka slaba di bîra min de ne.
Raste Yilmaz Guney bi tuxmê xwe kurd e, lê çiqas karê wî xizmeta gelê kurd û doza gelê kurd kiriye. Pêwîste ev mijar baş bi şêwekî zanistî û professional were lê kolîn kirin.
Û her serkeftî bin.

*Ibrahim Muslim

Dr. Îbrahîm Mislim wek çalakvanekî kurd ku ji Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha jî li Firansayê dijî ku yekek ji çalakvanên nêzîkî Xweseriya Demokrtaîk a Rojavayê Kurdistanê ye derbarê nêrîna xwe ji projeya Yilm,az Guney de wiha got;
Spas ji we re, ev kar û proje cihê serbilindî yê ye.

*Raroq Haj Mistefa

Çalakvan û rojnamevan Faroq Haj Misefa ku yekeke ji rewşenbîrên diyar ên Rojavayê Kurdistanê ku xwediyê saziya Berçav ê ragihandinê ye, di barê projeya Yilmaz Guney de, wiha nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re da;Dilovaniya Xwedê li Yilmaz ê afrêner be, xwediyê yekemîn kevirê di avahiya sînemaya Kurdî de bû.


*Mihemed Ehmed Berazî

Dr. Mihemed Ehmed Berazî ku yekeke ji kurdên Rojavayê Kurdistanê li welatê Kazixistanê dijî û çalakvanekî di nava karûbarên rêxistinên sivîlî û serokê berê yê Komelaya Hêvî bû ku derbarê projeyê de wiha nêrîna xwe anî ser ziamn û got; Ev babat gelek girînge û ez spasiya erkên we dikim ku hûn ronakiyê dixin ser babatên wiha digel silav û rêzên min ji we re.

*Mihemed Hesko

Mihemed Hesko ji Efrînê ye û wek rojnamevan di kar û xebatên xwe li Herêma Kurdistanê û niha li Ewropayê ye, di barê nêrîna xwe ji projeya wargeha Yilmaz Guney ku ji aliyê sînemakarê kurd Hawar Mistefa Xan ve hatiye darijtin wiha got;
Xebateke gelek hêjaye, serkeftinê ji kak Hawar Mistefa-xan re dixwazim, her wiha spasiya wî dikim û her hebin.


*Dilşa Yusif

Dilşa Yusif helbestvan û wergêrvana kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye ku demekê li Silêmaniyê di saziyên ragihandinên kurdî de dixebitî û niha li Ewropayê dijî, di bersiva xwe ya ji PUKmedia`yê` re aşkire kir;
Bi her awayî projeyek hêja û girînge.. Bi hêviya ku bikeve warê pêkanînê


*Nadîm Ado

Nedîm Ado ji kurdên me ên Êzîdî li Efrînê ye wênegerekî navdar û jêhatî ye ku pêştir li saziya Kurdsatê dixebitî, lê niha li Kenadayê ye, di derbarê pirsyara PUKmedia`yê de ku projeya Wargeha Yilmaz Guney çawa dinirxîne, wiha got; Ew proje gelek girîng e.

*Sêvdîn Arafat

Sêvdîn Arafat çalakvan û rewşenbîrekî Rojavayê Kurdistanê ye ji herêma Cizîrê ye û niha jî li Ewropayê dimîne, di barê pirsyara PUKmedia`yê de li ser projeya Yilmaz Guney li Silêmaniyê de, wiha nêrîna xwe anî ser ziman;

Silav û rêz, Rêzdar Yilmaz Guney hêja ye ku mirovayetî, ne tenê Kurd peykerekî jê re ava bikin... Careke din Silêmanî bi vê çalakiyê diyar dike ku ew paytexta hunerî ya Kurdistan û cîhanê ye ... Seyr nemîne ku ez dibêjim nabe em bêjin Yilmaz hunermendekî Kurd e; Lê mixabin divê ez bibêjim ew hunermendekî tirk e; ji ber hemî berhemên wî bi zimanê tirkî ne ... Bi ser ki bi nijada xwe Kurd e. digel silavên dilînî.

*Zekeriya Efrîn

Zekeriya Dawud hunermend û mamosteyê mûzîka kurdî a resene ku tev malbata xwe hevjîn û her du keçkên xwe di nava kar û xebatên hunerî de dirêjpêder in, her weha ji bo projeya Wargeha Yilmaz Guney ku wê li Silêmaniyê bê bi cihkirin wiha got;

Bi rastî cihê şanazî û serbilindiyê ye, dîroka Kurdistanê tijî hest û kesên giran buha ye bi têr berhem û vîne.
Zindîkirina kesayeta wek Yilmaz Guney tê wateya zindîkirina çand û hunera Kurdewarî ye, geşkirina giyana nixumandiye ku hezar salan di hembêza xwedê parastiye.

Belê mamosteyê hêja Hozan Efrînî ev gava gaveke bêhempaye di dîrok û pêvajoya derhênertî û geşkirina bihina axa pîroz.
Karekî ji pesnê pesindartire û wê bibe deriya yekrêziya Kurd û Kurdistanê.
Ji dil de pîroz dikim û hezar carî ser xêrê be .

*Biradost Mîtanî

Biradost Mîtanî serpereştyarê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê ye, mamoste û lêzanê zimanê kurdî ye, kesayetiyekî naskirî û cihê rêz û pêzanînê ye, di bersiva xwe ji PUKmedia`yê re wiha anî ser ziman;

Pirojeyek ji xewin û hêviyên me ye.

Ev pêkanîna wan xewin û hêviyane.

Wê bibe çavek geş bi roniya xwe ji Başûr û Kurdistanê tev re.
Fêrgeh û zanist.
Geştyarî û avedanî. Aborîgeşî û geşepêdaniye. Dopatkirina mezinahiya nemir YELMAZ GUNEYÊ ye. Dîdargihe ji Kurdên Kurdistanê re û wilo ji mirovahiyê re.
Em serkeftinê ji vê piroja we ya gewre re dixwazin û spasiya Serpiriştiya wê û rêvebir û hemû karmendên wê dikin.

*Zakaria Dado

Zekeriya Dedo çalakvan û çavdêrê siyasî û lêkolînerê dîroka kurdî ye ji bajaroka Şiyê ya Efrînê ye ku niha jî li Ewropayê dimîne, ji PUKmedia`yê re derbarê projeya Yilmaz Guney wiha got;

Dest ên we sax bin .....Yilmaz Guney Tekoşerekî Hûnerî pir mezin bû.

*Narîn Omer

Narîn Omer helbestvana jin a Rojavayê Kurdistanê ji herêma Cizîrê ye ku xwedî berhemên helbestî ye ji PUKmediqa`yê re derbarê projeya Yilmaz Guney wiha got;

Dem baş û xweş

Hest û tilî xweştir û saxtir bimînin mamoste, Mijarek pir giringe . Bi rastî ev proje pir grînge û balkêş e û cihê aramî û dilxweşiya me ye ji ber kû lîstikvan û hunermend û derhêner û nivîserê kurd û cîhanî Yelmaz Guneh gelek kar û xebat ji ber gele xwe kiriye û tevlî zordariya rêjimê li ser wî karê xwe berdewam diker û dixwest êş û jana gelê xwe ji gelên cîhanê re diyar bike.

Ev proje li we û li gelê me pîroz be û win serkeftî bimînin û silavên dilînî ji mamoste kak Hawar Mistefa Xan re û em bihêvîne kû em li ser xaka riyalîmê vê projeyê bibînin û çavên xwe bi dîtina wê ronî bikin li gel gurzek nêrgiz û rîhan.

*Şîrewî Memo Fadil

Şêrewî Memo Fadil rojnamvan û çalakvanê siyasî kurd ji Efrînê ye, di PUKmedia`yê de jî wek hewalsaz kar kiriye û niha jî li Ewropayê ye. Derbarê projeya Wargeha Yilmaz Guney de wiha dibêje;

Di rojên dijwar û tarî de, zana û hunermendên weku Yilmaz Gunay bûn ronahî û pêşnegê gelê xwe, êş û azara gelê xwe dan ser milê xwe, barên giran rakirin bi zanabûn û hişyarî li beramber hovîtiya faşîtan û toranan rawestiya bi derfetên kêm lê bi hişyarî û huner xwedî li rastiya gelê xwe derket û bi cîhanê da naskirin, Hunermed Yilmaz Gunay di warê xebatên xwe yên çandî û hunerî rêbereke, pêşengê sînama Kurdî ye efsaneyek Kurde ku navê wî bi tîpên zêrîn hatiya nivîsandin, her xebateke hêja û bi rûmet ku xwedî li hunermendeke weku Yilmaz Gunay xwedî derdikeve û navê wî bilind dike pîroze bi teybet eger ev xebat li bajarê ronakbîriyê û rewşenbîriyê Silêmaniyê be . her serkftî û pîroz be xebata birêz Hawar Xan .


*Şêrîn Efrîn

Şêrîn Efrîn hunermend û çalakvana siyasî a kurd ji Efrînê ye, niha li Silêmaniyê kar û xebatên xwe dirêjpêdere, bi taybet wek aktera filîmên kurt û şanoyê jî tevdigere û gelek çalakiyên xwe û ya keçka xwe Rojda Ehmed di wê barê de hene, ji bo PUKmedia`yê di barê Yilmaz Guney sde wiha got;
Bi rastî va babeta pir girînge û pêwîste ku em tîşk bixin ser wê, ji ber ku pêdiviya me bi projeyên wiha heye, her weha projeyên wiha, wê hunerê û aliyên hunerî ku hatine dorpêçkirin, wê bêne ragihandin û aşkire bibin û rewşa hunerî wek nînika ye ji gel re, wê raman bi zûhtir bighêjin gel bi riya vê tora şîn .

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket