Hejmara qurbaniyên Corona bilndtir dibe

kurdistani 10:42 AM - 2020-02-02
Hejmara qurbaniyên Corona bilndtir dibe

Hejmara qurbaniyên Corona bilndtir dibe

Li gor ragihandina Desthilatên Çînê roja Yekşemê 2-2-2020`an ku hejmara qurbaniyên ji ber vîrûsa Corona yê gihêştine 304 kesan ,ku di heyama 24 demjimêran de 45 kesan jiyan ji dest dane ku hemî li navçeya Hobî ne.

Komîteya Tenduristiya Niştimanî ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 2590 rewşê ku bi Corona ketine hatiye tomarkrin ku 1921 li Hobî ne ,amara giştî gihîştiye 14 hezar nexweş,hêjay bîrxistinê ye ku vîrûs yekem car li nav bazarê ajalan li bajarê Wuhan derket û hate belavkirin, Çînê ji bo rêgirtin li pêş belavbûna vîrûsê tedbîrên bihêz girtin .

Piştî ragihandina Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê Rewşa Awarte a Navneteweyî bi semdema vîrûsê ragihand ,gelek dewletan gestên xwe ji bo Çînê rawestandin ku hejmara dewletên ku vîrûs lê belav bûne gihêşte 20 dewletan .

Wezareta berevaniya Amerîkayê Pentagon daxwaza wezareta tenduristê û xuzmetguzeriyê ji bo pêşkêşkirina alîkariyê di warê nûştecibûnê ji hezar kesî re pejirand,tekez kir wezaretê berevaniyê wê tenê alîkariyê nûştecibûnê pêşkêş bike ,wezareta tenduristiyê wê berpirsyarê veguhestuin û xizmetê bike.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket