Kobanê; Peywendiyên me bi Amerîkayê re bi riya YNKê bû

kurdistani 07:10 PM - 2020-01-29
General Mezlum Kobanê

General Mezlum Kobanê

Mezlum Kobanê di barê peywendiyên Amerîkayê de wiha ragihand; Peywendiyên me bi Amerîkayê re bi riya YNKê bû.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD)ê Mezlum Ebdî ku bi Mezlum Kobanê tê naskirin di hevpeyvîneke xwe de, aşkire kir ku peywendiyên wan bi Amerîkayê re bi riya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re hatibû birêkxistin.

Her weha di hevpeyvîneke taybet de, ji Kurdistanî New re Mezlum Kobanê ragiahnd; "Ew peywendiyên Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD)ê bi Amerîkayê re bi riya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hatiye saz kirin. Kobanê tekez kir ku rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di piştgiriya HSDê de di dema dorpêçkirina Kobanê de pir mezin bû".

Her weha fermandarê giştî yê HSDê Mezlum Kobanê di dirêjahiya axivtinên xwe de, da zanîn kir ku rêjîma Sûrî hîn jî di barê çareseriya kêşeya kurd de, ji rastiyan pir dûre û Rûsiya jî di hemû diyalogan de, piştîvaniya Şamê dike.

Di hevpeyvîna xwe bi Kurdistanî New re derbarê pîlan û stratîjiyeta Amerîkayê li Sûriye wiha zelal kir û got; "Welatên Yekbûyî ên Amerîkayê li Sûriye ti stratîjiyeta xwe tune ye".

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket