5 saliya serkevtina Kobanê
kurdistani 05:49 PM - 2020-01-27.
Îro pêncemîn salvegera serkevtina berxwedana kelhaya Kurdistanê Kobanê ye. Hezar silav li rewanpakiya canfedayên Berxwedana Kobanê û di serî de, efsaneya serkivtinê Arîn Mîrkan û hemû rêhevalên wê...
Her weha ji bo bîranîna wê roja pîroz, hem li bajarê Silêmanî avakirin û sazkirina peykara keçka qehremana mezin xwedana destan a efsaneya serkevtina Berxwedana Kobanê ya dîrokî endamê YPJê 🌿Arîn Mîrkan Efrînî 🌱ya nimûneya şorşgertiya bê wêne û hem sazkirina peykereke taybet ji navenda bajarê Kobanê re ku ji aliyê peyklersazê kurd ê naskirî Zîrek Mîre ve hatiye sazkirin tev ji bo rêzgirtin li pêngavên wê qehremanê û rêhevalên wê ên ku di berxwedanê de canê xwe dan û heya bi serkevtinê jî li ber xwe dan.
Wek em dizanin ku gelek navên din jî hene wek, Musa Selmas ku şoreşgerekî bilîmet bû di asta meiya û ragihandina navnetewî de ciheke taybet hebû, ji ber ku sekvanekî jêhat û zîrek bû, û Dunya Efrîn ku wek Stêrkeke dî ya keça ciwan ya YPJ`yî, li paytexta Berxwedana Kurdistanê û Cîhanê Kobanê) canê xwe ya şêrîn feda kir û bû bi avdanvana û daristanên baxên fistiq û zeytûnên Kobanê.
Her weha Kendal Efrîn ku serkirde û fermandarekî jêhatî û pir bilîmet bû, û Hozan Rojava ku ken j ser lêvên wî nediçû, pir fedekar û rewana hevaltiyê bi wî re geş û bihêz bû, û Evdoyê Duşka ku pêçiyn wî ji ser teltîka duşkayê ranedibû, ekên xwe ên şoreşgerî bi ch dikr, û Xemgîn Efrîn ku ew heval, gelek hêja û rêkûpêk bû, disozê parastina nirx û bihayên doza gelê xwe bû, pir rûgeş û mirûzxweş bû, ziman xweş û pir rûken bû, dilê kesî ji xwe nedihêşand û te çawa ew fişar bikireya di hevalê xwe nediçû û hevaldostê hevalê xwe bû.
Her weha Ebu Leyla ku serkirde û fermandarekî navdar û pir bi lîmet bû çiqas şer û berxwedanî l Kobanê kir û 3caran bi giranî birîndar bû û her dirêjkir tak li şeê Munbicê şehîd ket, û rojamevan û şervanê YPG'ê yê berxwedana Kobanê yê pakrewan Bahoz Horanî li Kobanî yê û gelek mêrxwesên din û her weha li gel qurbaniyên roja 25-6-2015`an ku piraniya wan sivê bûn.🌿🌱🌾
Her weha îro jî em rastiya wê hevalê di berxwedana Kobanê de dibînin ku çawa asta jina Kurd di nav civakê de bilind kir û çawa di tevayî cîhanê de, rastiya jina Kurd û Kurdistanê ji cîhanê re aşkire kirin ku êdî jina Kurd ne koleye û xwedî vîna xwe ya azad e û mil bi milê mêr û xurtan dicengin û berevaniyê li axa û hebûn û nasnameya gelê xwe dikin.
Ev tê wê wateyê ku Berxwedana Kobanê bi riya qehremantiya keç û jinên Kurd yên YPJ`yî, civaka navnetewî neçarî wê yekê ku Roja cîhanî ya berxwewdana Kobanê hat ragihandin û kampîna spas bo YPG`ê ji aliyê xelkên Emerîkayê ve hat ragihandin û welatên hevpeyman bi firokeyan alîkarî û hevkariya hêzên YPG`ê dikin û gelek şandeyên asta bilind yên Ewropayê hatin bo serdana Rojavayê Kurdistanê û hemûyan jî piştîvaniya xwe ji bo Xweseriya Demokratîk û berxwedana Kobanê nîşan dan.
Pakrewanên me ronahiya doza me ya rewa e 🌺
Di demeke nêz de, Pirtûka min a derbarê Berxwedana Kobanê bi zimanê erebî wê bê çapkirin û weşandin.
Hozan Efrînî
26-1-2020
Kurdistan
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19