Pentagon: Operasyonên me yên li Sûriyê mîna berê vegeriye

kurdistani 11:22 AM - 2020-01-27
Pentagon: Operasyonên me yên li Sûriyê mîna berê vegeriye

Pentagon: Operasyonên me yên li Sûriyê mîna berê vegeriye

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Amerîkayê General Kenneth Mackenzie ragihand ku çalakiyên wan ên li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê bi hevkariya QSD’ê vegeriya mîna berê.

Li gorî rojnameya Washington Post hat ragihandin ku General Kenneth Mackenzie diyar kir ku çalakiyên wan li Sûriyê vegeriya mîna berê,destnîşan jî kir ku her hefte bi alîkariya QSD’ê 3-4 çalakiyên hevpar li dijî DAIŞ’ê pêk tînin.

Kenneth Mackenzie diyar nekir ku wê heta kengî hêzên Amerîkayê li Sûriyê bimînin û got: “Bi rastî ez nizanim heta kengî em ê li vir bîminin, ji bilî domandina kar bi hevkarên me li wir ti agahî li cem min tune ne.”
General Kenneth Mackenzie di bersiva pirsên rojnamevanan de daxuya kirin ku hêzên çekdar ên Amerîkî li gorî pêşveçûnên li herêmê tevdigere û armanca wan a sereke tunekirina DAIŞ’ê ye.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket