Hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona gihîşte 80 kesan

kurdistani 10:25 AM - 2020-01-27
Hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona gihîşte 80 kesan

Hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona gihîşte 80 kesan

Desthilata Tendirustî ya Çînê di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, zêde bûye û gihîştiye 80 kesan,û kesên nexweş 2744 kesan .

Ji bilî Çînê, vîrûsa Koronayê (Coronavirus) li hejmarek welatên din jî belav bûye û metirsiya wê yekê heye ku ew vîrûs bibe metirsiyeke cîhanî.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, heta niha li welatên wek Taiwan, Hong Kong, Japon, Singapûr, Amerîka, Viyetnam, Maleziya, Nepal, Keneda, Fransa û Australiyayê çendîn haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, tê pêşbînîkirin, ku hejmara qurbaniyan û herwiha hejmara kesên tûşbû bi vê vîrûsê bi derbasbûna demê re zêdetir bibin.

Ji bo rêgirtin ji zêdetir belavbûna vîrûsê, Çînê bikaranîna amûrên hatin û çûna giştî li 20 bajarên herêma Hubei qedexe kiriye û rayedaran ji welatiyan daxwaz kirine, ku li derve nan nexwin û serdana derve nekin.

Çînê herwiha ji bo dermankirina kesên ku bi vîrûsê ketine, dest bi avakirina navxweşxaneyeke 1000 textî kiriye, ku biryar e di nava 10 rojan de bihê avakirin û roja 3ê Nîsanê bi fermî bihê vekirin, amaje bi wê yekê jî hat kirin ku heta niha ti dermanek ji bo vîrûsa Koronayê nîne û nîşanên wê nexweşiyê gelek nêzîkî nîşanên şewbe yan înfluenzaya ji ber sermayê ne.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket