Du Hevdîtnên watedar

kurdistani 07:26 PM - 2020-01-26
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Du serok û serkirdeyên kurd ên naskirî, bi serokê welatê herî ê cîhan re civiyan.

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Siwîsrayê di hevdîtina aborî a Davosê de, bi serokê Amerîkayê Donalid Trump re civiyan ku ev yek bû cihê nerazîbûna piraniya aliyên ku nehezên doza kurdî bû.

Her kes li gorî hest û zanebûna xwe şirove dike. Ev mafê her kesî ye, lê di rastiyê de, ev bi serê xwe pêngaveke girîng û watedar e ji bo pêşeroja doza kurdî.

Dibe ku mirov her dem hewil bide, sûd ji nakokiyên di navbera aliyên diber de bigre û li gorî berjewendiyên gelê xwe bikarbîne.
Eger em li gorî rûpelên facebokan ên ku bi nav û rengên kurdî têne weşandin û bi taybetî ên ku nenas in, rewşaê li gelê kurd dikin jehir û ziqnebût. Her tiştî li ber çavên mirovan reş û tarîk dikin, aliyên kurdî berdidin hev du, nakokiyên aliyên siyasî kurdî kûrtir û berferehtir dikin.
Ew jî hemû di xizmeta neyarên doza me de ne.

Ez bi xwe van hevdîtin û dîdarên ku hatine kirin, bi pêngaveke baş û watedar dibîn im. Ji ber ku hevdîtina di wê cihûwarê de, bi reng û dîmenên kurdî û bi taybetî alaya fermî ya Herêma Kurdistanê li kêleka ya Amerîkayê, ev bi serê xwe pêngaveke girîng û dîrokî ye û li gorî protokolên navneteweyî pir watedar e û nêzîkî rewabûnê ye û bi wê rengî pêngavên ber bi rewabûna doza kurdî tên avêtin.


Her weha yek ji wan kesayetiyên bi bandor ên ku xwedî projeya hevdêîtinan jî lawê çiyayê kurmênc e, lawê yek ji maosteyên çiyayê kurmênc ên herî destpêkê mamoste Heyder Hemdo Qdur e ku Dr. Fewzî Qdur e wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Siwîsreyê dixebite û erkên xwe ên neteweî bi cih dike.

Efrînî bûne hêvana meyandina masta netewî a kurdî li her deverekê. Dest xweş be Dr. Fewzî Qedur ê hêja û em bi kar û xebatên te serbilindin xaletiyê me ê rêzdar.


Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket