Zekeriya Dawud; Pukmedya çavê çivakê ye

kurdistani 06:43 PM - 2020-01-26
.

.

Dîroka Kurdistanê tijî bûyer û serpêhatîne, di her demê de bi rengekî xwe daye pêş berî mirovan ji
Êş , azar, tûnebûn, dagirkerî û parçebûnê....ûwd.
Di milekî dîtir de hez kirina welêt, ziman û hebûna bi ruhê berxwedanê  xwe li hemberî neyar û xayînan xwe parastiye .
Pir caran ev tişt weke destan, çîrok, wêje , şêwekarî , helbest û efsane bi rengê xwe ya devkî  hatiye ser zimên.

Di pêvajoya şoreşên Kurdî de hinek hate guhertin û di milê ragahandinê de rengekî nû da xwe û li seran serî Cîhanê bû nîşaneya hebûna gelekî xêr xwaz û aştî hez û ji bo jiyanek Azad û bedew têdikoş e.

Rola ragahandin û çapemeniya Kurdî divê heyamên borî de ta roja ma a îroj kên , zêde xweda pêş berî demê û li gorî derfetan tevgeriyaye, hewil daye ku di dawiyê de bi encamên şênber derkeve meydanê.

Divê derbarê de li tevahiya Kurdistanê û bi taybet li başûrê welêt encamên pir baş û bi hêz ber bi çav derketin û rola xwe a dîrokî lîstin û hîna jî dileyîz in .

Yek ji van dezgehên pîroz PUKmedya ye ....
PUKmedia nîşaneya hebûna ziman û çanda Kurdistanê ye, 17 da sal in ji kar û xebateke bê hempa bo xizmeta Kurdewarî û yekrêziya wê  bûye stûna çanda resen.
Li ser hest û bûyerên rasteqîne xwe nixumandiye û îroj em dibîn ku bûye nîşana yekitiya  axa pîroz ku hemû kesî hembêz dike.

Ji hemû pirsgirêkên çivakî re bûye çare û mînaka jihev hez kirinê ye.
PUKmedya roleke mez in di parastina nirxên çanda dîroka Kurdistanê de dilîz e.
Bûye deng û rengê çivakê , xwe dighîne her derê sînoran derbas dike ji Rojava û bakur , rojhelat û başûr kêlî bi kêlî mijaran dihûne û ber bi rastiyê dibe.
Mal bi mal ,bajar bi bajar digere derd û xemên mirovan dicivîne ser hev û dinivisîne û ji çivakê re dike mînak û dispêre rastiyê.

Çav kaniya hunerê ye , ez bi navê malbata xwe a ku bi hunerê re mijol dibe dibêjim: PUKmedya riya çareseriyê ye , jiyana tarî ronî dike .
PUKmedya yek ji dezgehên rasteqîneye ku berhemên teva hembêz dike.
Salvegera 17' mîn ku têr hest û hêvî, têr vîn û viyan pîroz dikim û keda mamosteyê hêja û qedir bilind û yê afrandêr Hozan Efrînî bi nirx dibînim ku hemû jiyana xwe fedayê parastina çanda welêt kiriye.
 
Ji dil de pîroz dikim û bi hêviya baştirîn berhem bo we dixwaz im û her serkeftin û serfirazî li we tê.
PUKmediya dengê azadiyê ye.

Zekeriya Efrîn....Qamişlo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket