Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim

kurdistani 04:34 PM - 2020-01-25
.

.

Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim:

Tê zanîn ku ev bêtirî 40 salî ye Ragihandina Elêktronîk li cîhanê  peyda bûye li ser rûzemînê û aniha berferhtir dibe û bê rawestan wekî ava rûbaran dilive, ji ber ku PUKmedia jî temenê wê bû  17 sal; ango ew nifşê pêşî ye li nik Kurdan ji weha rengê Ragihandinê.

Li ser asta  welêt û navnetweyî eva bi serê xwe cihê rêz lêgirtinê ye û wekî şoreşeke elêktronîkî ye. Belê 21.01.2003-an PUKmedia hate cîhanê di wê demê de, eva bi serê xwe hewldaneke Şoreşgêrî bû di warê Ragihandina Kurdî de, ji hingî ta niha gelek roj, katjimêr û xulek derbas bûne, ku PUKmedia bê rawestan û razan, bi lez û bez 24 katjimêran rojane dixebite û berhemên xwe diyarî me dike; nûçe û hewalên Kurdistanê, cîranên Kurdistanê, dewletê dagîrkerên Kurdistanê û hemî cîhanê ji me re radigihîne, û em hemî li malê xwe paldayî ne, êdî negerek e em herin rojane Kovar û Rojnaman bikirin, eger alavekî weha li ber destî me be her xulek û katjimêrekê; bê guman PUKmedia bûye kanî û jêderke rasteqîne li nik min .

Ez weke kesekî Kurd vî karê bi nirx, pîroz û giranbiha li hemî Karmendên PUKmedia yê ji dil û can  pîroz dikim û bê guman li Partiya Yektî Niştîmanê Kurdistan jî pîroz dikim, bi hêviya ku vî karî hîn durustir û tekûztir bikin; ji hespê xwe peya nebin û berdewam bikin, PUKmedia hîn bi rengekî xweştir û geştir bi weşînin. Bila PUKmedia dengê hemî xwendevanan be, bila guh medê dengê partiyan, bila raman û dengê welatparêzên Kurd biweşîne çendî ew deng û reng dijî yên Partiyan bin; Bila dengê bilûra PUKmedia deşt û newalên Kurdistanê dagire, bila bê ciyawazî li ser Amed, Mihabad, Hewlêr û Qamişloyê baxive.

Ez hêvî dikim PUKmedia diyarîyekê bide xwendevanên xwe bi boneya Salvegera 17-emîn a daezirandina malpera PUKmedia, ew jî wê diyariyeke baş be ji bo melyonê Kurdan û bilî Kurdan, dema weşanên xwe bi  zimanine din zêde bike û biweşîne û rojana li ser tewanên dijmin binvîse ji Efrînê ta Girê Sipî, Serê Kaniyê û her ciyekî dagîr kirî, daxwaza min ji karmendên PUKmedia ku di nîsên xwe de bê-alî be di derbara partiyên Kurdan de; Û rê bide hemî ramanên dijber û nedijber,  bê guman divê eva li gor zagonên ragihandinê be. Karmendên xoşewîst, keç û xortên delal, xwîşk û birayên ku di PUKmedia yê de dinvîsin; bi boneya salvegera 17-mîn a damezrandina malpera PUKmedia-yê, ez bi dilekî germ we tevan pîroz dikim û spasiya we dikim. Ez hêvîdarim ku hûn weha her serkeftî bin digel rêz silavên min.

Sêvdîn Arafat Elmaniya, 23.01.2020

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket