Daxuyaniya salegera duyemîn ya êrişêîn li dijî Efrînê
kurdistani 06:32 PM - 2020-01-23.
"Di 20.01.2018’an de, dagîrkeriya Tirk li gorî lihevkirina di navbera hegemonyaya cîhanî de, dest bi êrişkirina Efrînê kir û tenê li pêş şêniyên Efrînê yên ewle parastina projeyê hebû. Her wiha li hember êrişên hovane ji alavên kuştin û wêrankirinê yên NATO’yê Berxwedana Serdemê pêk hat. Dijmin, tevahî qanûnên navdewletî ku sivîlan hedef negere, binpê kirin û di encamê de bi hezaran şênî şehîd bûn, birîndarî çêbûn û zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe neçarî koçberiyê bûn.
Dagîrkeriya Tirk û çeteyên wê, li dijî şêniyên ku ji gund û malên xwe derneketine, binpêkirinên revandin, talan û gefên bi armanca koçberkirinê bi kar anîn, her wiha li cihê wan çete û malbatên wan bi cih kirin. Ji bilî wê jî dewlemendî û şûnwar talan kirin û dizîn, dar birîn û mal şewitandin. Hê jî ev binpêkirin heta roja îro bi zanebûna hêzên hegemon ên têkildarî rewşa Sûriyê berdewam in. Li aliyekî din jî faşîzma Tirk nahêle tu çapemenî yan jî rêxistinên mirovî yên ne girêdayî wê derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirin û sûcên wê neyên eşkerekirin. Her wiha faşîzma Tirk û çeteyên wê li dijî koçberên li herêmên Şehbayê êrişan pêk tînin û komkujiya Til Rifetê şahidiya mezin a sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan, bi taybet zarokan e.
Lê belê ruxmî wê, şêniyên Efrînê li ber xwe didin û rojane li benda vegera li warên xwe ne.
Efrîn, birîna di dilê hemû Kurd, sûrî û hemû mirovên birûmet de ye ku îxanet û êrişan qebûl nake, her wiha birîna di dilê hemû parêzvanên nirxên mirovî û exlaqî de ye û divê ji şêniyên wê re vegere da ku bibe cihê herî ewle ji şêniyên wê re.
Em wek Meclisa Giştî ya PYD’ê dibînin ku êriş û dagirkirina Efrînê xeleka yekemîn a dagirkirina tevahî bakurê Sûriyê bi hedefa guhartina demografiyê ye û bi wê re jî êriş û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê pêk hat. Hê jî faşîsma Tirk di siyaseta xwe ya bi armanca pêkanîna Mîsaqa Millî de berdewam e. Ji ber vê jî ew planeke li ser tevahî Kurdistanê ye û divê tevahî hêzên kurdî û kurdistanî li hember vê siyasetê bibin yek. Her wiha dê partiya me pêşengiya berxwedana li dijî dagirkeriyê heta rizgarkriina xaka ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyê wê ve hatiye dagirkirin, bike."
Efrîn dê li şêniyên wê vegere û dê rizgarkirina wê bibe destpêka hilweşîna Osmaniya nû."
meclisa giştî ya PYD
20/ 1/ 2020 Qamişlo
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24