Di duyemîn salvegera êrişa dagîrkirina Efrînê de çen peyv

kurdistani 06:18 PM - 2020-01-21
Kardox Şimşek

Kardox Şimşek

Wekî hun dizanin îro salvegera rojek reş û tariyê ser gelê Kurd û berî du sala wek îro parçek pir pîroz  ji laşê Kurdistanê hat jêkirin û gelê me pir êş û azar kişandin. Îro sal salvegera duyemîn a destpêkin êrişên dagirkeriyê yên (Entity ya Tirk) û çeteyên wê yê terorist û hovane li ser Efrînê û gelê wê.

Entity ya Tirk ya dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişên ji bo dagirkirina Efrînê kiribû û di meha Adarê de jî bajar dagir kiribû. li gorî lihevkirina di navbera Entity ya Tirk û hinek dewlet yê din wek Rusya û bê dengiya cîhanî de, dest bi êrişkirina Efrînê kir û tenê li pêş şêniyên Efrînê yên ewle parastina projeyê hebû. Her wiha li hember êrişên hovane ji alavên kuştin û wêrankirinê gelê Kurd bi lêşkerê xwe re YPG YPJ li berxwedan û berxwedanek dîrokî pir pîroz pêk hat.

Entity ya Tirk û çeteyên xwe  tevahî qanûnên navdewletî ku sivîlan hedef negere, binpê kirin û di encamê de bi hezaran şênî cangorî bûn û bûne qûrbanê axa Kurdistanê, birîndarî çêbûn û zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe neçarî koçberiyê bûn.

Entity ya Tirk bi leşkerê xweve û alîkariya çeteyên wê yê terorist û hovane wek Îsis El nûsra ehrar alşam..., li dijî şêniyên ku ji gund û malên xwe derneketine, kiryarên revandin, talan û gefên bi armanca koçberkirinê bi kar anîn, her wiha li cihê wan çete û malbatên wan bi cih kirin. Ji bilî wê jî dewlemendî û şûnwar talan kirin û dizîn, dar birîn û mal şewitandin. Hê jî ev binpêkirin heta roja îro bi zanebûna hêzên hegemon ên têkildarî rewşa Sûriyê berdewam in. Li aliyekî din jî entity ya dagîrkeriya Tirk nahêle tu çapemenî yan jî rêxistinên mirovî yên ne girêdayî wê derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirin û sûcên wê neyên eşkerekirin.

Her wiha Tirk û çeteyên wê li dijî koçberên li herêmên Şehbayê êrişan pêk tînin û komkujiya Til Rifetê şahidiya mezin a sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan, bi taybet zarokan e pîlanen wan qirkirina Kurd û Kurdistanê ye. Lê dîsa ji ruxmî wê, şêniyên Efrînê li ber xwe didin û rojane li benda vegera li warên xwe ne û berxwedan dewame heta rezgarkirina Efrînê.

Em banga xwe dighînin dewletê navnetewî, gelê cîhanê yê azadî xwaz, mafê mirovan yên cîhani go ûcdanê xwe bi karek exlaqî û mirovahî rabin.
Em banga xwe dighînin tevahî hêzên kurdî û kurdistanî li hember vê siyasetê bibin yek.

Em banga xwe li hemu partiyên dinav ENKSE de cihê xwe dibînin go dev ji siyaseta xwe ya çewt û ne rast berdin û bes alîkariya dagirkeran bikin û li gelê xwe vegerin û tevlî berxwedan û xebatê bibin, ji bo xwe ji nefreta gel û dîrokê bi parêzin.

Rezgarkirina Efrîn û Serê kaniyê û her barçek ji axa Kurdistanê barekî netewî û neştimanî û mirovahiye.

Niha berî her tiştî divê em Efrîn ji hêla Entity ya faşizma Tirk û çeteyê wê yê terorist rezgarbikin û wê bikin destpêka hilweşîna (Osmaniya) nû. Baweriya pir mezine ku wê Efrîna Horiyan wê azad bibe û şêniyên wê, wê li malên xwe vegerin.

Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî berxwedana YPG YPJ
Bimre dijmin û dagirkerê Kurd û Kurdistanê

Kardox Şimşek

20-1-2020

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket