Qelengê te buhaye Efrîna min

kurdistani 05:19 PM - 2020-01-21
Hişmend Şêxo

Hişmend Şêxo

Berî du salan weke îro Dewleta Turkiyê dest bi topbarankirina navenda bajarê Efrînê kir piştre agirê dagîrkeriyê li hemî gund û navçeyên herêmê belav bû.

Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku hiştin dewleta Tirkiyê bi hemî şiyan û hovîtiya xwe berê xwe bide gelê me yê kedkar, mirovhez û Azadîxwaz Herwiha di bin sûreta ( Fetih Elmobîn ) de berê van diz û pêxwasên ku bi navê ( Artêşa Azad) têne naskirin bidin Çiya , Navçe û gundên me.

Efrîna min tu hatî dagirkirin ji ber ku tu navenda zanistî , kurdewarî , hêlîna partîzan û şervana ye ji ber ku tu kilîta deriyê xewna Ehmedê Xanî ye.
Ey bûka welatê min tu hatî dagirkirin û cîhan hemî li hember ketina te stûxwar û rûreşe û îro jî tu ji hemiyan re bûyî mînak û hemî di wê kêferatê de ne çep û rast lêdixin , Lê tiştî ji hev dernaxin , Tenê dibêjin : ka em çi bikin û berê xwe bidin kê û kî dibe bila bibe ne xeme lê tenê bila li me wek Efrînê ne be.

Efrîna min
Ey pûta min a herî giranbihayê
Tu mizgîna min a herî bedewî
Gelo kê mizgîn dizî??!!

Ey gelê Azadîxwaza

Bi helkefta vê roja xemgîn ez bejina xwe li hember wan lehengên Efrînê ( şervan û sivîl ) û hemî xebatkarên gelê me ditewînim , Ew kesên leheng û dilêr ên jiyana xwe û her tiştên xwe erzan kirine û bi baweriya çanda kurdayetî xwîna xwe li ser vê xaka pîroz rijandine , ji bo berevaniya xaka kurdî û parastina rûmeta vî miletî.
Herwiha hemî kesên ku destê wan di vî şerî de hene û berê miletê me dane kuştin , penaberî û hilbûna ji mal û milkên xwe û bi taybetî kesên ku mayîn di mal û xaniyê sivîlan de çandine ez nefretê li wan tînim.
Di heman demê de Ez çavên zarokên Efrînê yên hêmin û jiyanhez maçdikim , Ew zarokên ku li kolanên bajarê xwe dilîstin û bi Dê û Bavê xwe re bûyer dişopandin , Dema dengê gurmîna topên celadan dibhîstin rondik ji çavên wan dimeşîn û bi dengekî bilind ji koraniya dil de diqîriyan û digotin Bila Erdogan me bikuje em hemî şervanên welatê xwe ne.
Bavo , Anê , Apo , Xalo
Efrîn nakevê ne?!

Mixabin pirsa kulîlkên me pirseke zehmet bû , bi pirsa wan re solix teng dibûn gup gupa lêdana dilan zêdetir dibû , Girî dikete gewriya mirov ,Tu kelgirî dibû lê te nikarî bersiva wan zarokan bida û wan jî bi nerîneke melûl li hev temaşe dikirin.
Ez çavên wan zarokan yek bi yek maç dikim û siberojeke xweş ji wan re dixwazim û Ez bi wê hêviyê me ku ew bibin pêşengê gelê xwe.
Pîra Sînem a ku li ser alavên ragihandinê weke bajarê xwe hejar û bê xwedî xuyadikir û bi hestên xwe yên nazik nûnertiya Efrînê dikir û wisa digot :
( Qurban Ji Êvarî de heya niha gim û gim û gim û gim lêdixê xelk nikanê , Canî xwe xilas dikê
Kesî min tune yawrim xudayekî min bi tenê heye
Kesî min tune ye).
Bi rastî wê pîrejina dilovan bû simbolek ji êş û azariya bajarê xwe re , ji ber ku bi rastî kesekî Efrînê tunebû
Kesî negot çima ev mileta tê kuştin û çima ev bajara tê wêran kirin….
Ez pîra Sînem silav dikim û tenduristiyeke baş jê re dixwazim.
Ez germtirîn silavên xwe li wan Dost , Heval , Cîran û hogirên xwe yên di jêrzemînan de dikim , Ew dostên ku me bi hevdu re kêliyên mirin û jiyanê parve dikirin.

Ez hemî xebatkarên tevgera netewî ya kurdî silav dikim û bi taybetî kesên ku hatine girtin û li ser destê wan pêxwasan kotek , şewat û îşkence dîtine ez wan xebatkaran silav dikim û bang li hemî partîzanan , kesayetiyên serbixwe û xebatkarên tevgera rêzaniya kurdî dikim û ji wan re dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir da ku êş û dagîrkeriya Kurdaxê , Serê Kaniyê , Girê sipî neyê Cizîr û Kobaniyê û ji bo serkeftina doza netewî ya kurdî û pêkanîna xewn û hêviyên gelê me di welatekî Azad û Demoqrat de.

Hêvîdarim di bîranîna sêyem de gelê me li xaka xwe vegere û Hemî Efrîniyên li welêt û li derveyî welêt vegerin mala xwe û hemî bi hevre birînên bajarê xwe derman bikin.

Li dawiyê bi qêrîna şîrmij û zarokên Efrînê , bi lîliyên dayikan û bi nalînên partîzanan ez dibêjim :

Kula dilê min Efrîn
Herdem maye dilbirîn

Bimînin di xweşiyê de

Hûn tev bijîn di Evîna welatê xwe de

20 / 1 / 2020

Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket