Kosret Resûl: Wê çaksazî di nava pêşmerge de bê kirin

kurdistani 06:54 PM - 2020-01-18
.

.

Kosret Resûl Elî ragiahnd: Wê çaksazî di navahêzên pêşmerge Kurdistanê de bê kirin.

Îro şemiyê 18-1-2020`an, ber hêvarê, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, serokê Encûmena Bilind a siyasî û berjewendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurditanê (YNK)ê Kosret Resûl Elî pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya konsilê giştî Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîvin Fekin kir.

Di destpêka wê hevdîtina du qolî de, konsilê giştî Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîf Fekin bi boneya lidarxistin û serkevtina kongreya 4ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurditanê (YNK)ê, germtirîn pîrozbahî li serokê Encûmena Bilind a siyasî û berjewendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurditanê (YNK)ê Kosret Resûl Elî kir.

Di wê civînê de, her du aliyan li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de gotûbêj kirin, her weha her du aliyan derbarê pêşxistin û berferehkirina peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de dupat kirin û Kosret Resûl Elî jî spasiya Amerîka û welatên hevpeyman kir ku gelek hevkarî û alîkariya Kurdan kirine.

Di aliyekî wê danûstandinê de, derbarê rewşa Kurdistan û çaksaziya di nav hêzên pêşmergê Kurdistan de û di barê pêngavên çaksaziya ku wê bê kirin de, her du aliyan tekez li ser kirin û wê pêngavên cedî bêne avêtin û piştgiriya wê piroseyê hat kirin.

Di hemû mijarên ku li ser gotûbêj kirine de, her deu alî hevbîr bûn, her weha ku hemû kêşe û alozî ên ku di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de ne, wê biriya destura bingehîn a Êraqê bêne çareserkirin.

Di dawiyê de, jî Kosret Resul Elî li ser rewşa Kurdan , aşkire kir ku pêwîste ji hemû demê bêhtir em xwedî li yekdengî û yekrêzî derkevin û yekgirtî bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket