Li Til Temirê hêzekî Amerîkî rê li ber hêza Rûsî girt

kurdistani 11:08 AM - 2020-01-18
Li Til Temirê hêzekî Amerîkî rê li ber hêza Rûsî girt

Li Til Temirê hêzekî Amerîkî rê li ber hêza Rûsî girt

Hêzên Amerîkî rê neda karwaneke Polîsê Serbazî yê Rûsyayê derbasî bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bibe.

Li gor ragihandina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ku duh dema karwana Polîsa Serbazî ya Rûsyayê ku ji otombîlên serbazî pêk dihat xwastibû derbasî bajarokê Til Temir bibe, hêzeke Amerîkî rê nedayê û di navbera wan de aloz derket.
Hebûna hêzên Rûsî berî êrîşa Tirkiyê ya 9ê Cotmeha 2019an li ser rojavayê Kurdistanê, li rojhilatê Firatê nebû, niha hejmarek xalên xwe li Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo û deverên din ava kirine ,herwiha artêşa Sûriyê jî bi rêkeftina bi HSDê re hêzên xwe yên sînorparêz li rojhilatê Firatê bicih kirine.
Bi vê yekê re jî, gelek hêzên welatên cuda li rojhilatê Firatê kom bûne û gelek caran jî hêzên Amerîkî, Rûsî û Sûrî rastî hevdu tên, lê ta niha ti şerek a pevçûnek di navbera wan de rû ne daye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket