Serokatiyan li ser pêwîstiy bi avakirina hikûmeteke nûh tekez kirin

kurdistani 11:52 AM - 2020-01-16
Serokatiyan li ser  pêwîstiy bi avakirina hikûmeteke nûh tekez kirin

Serokatiyan li ser pêwîstiy bi avakirina hikûmeteke nûh tekez kirin

Hersê serokatiyên Êraqê şeva bihorî derbarê rewşa li welat û pêşhatên herî dawî civiyan û tekezî li ser aramkirina rewşê, arambûna aliyan û rêgirtin li geşbûna aloziyan kirin.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê ku hersê serokatiyên welat, Serokkomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî li Koşka Aştiyê li Bexdayê civiyan.

Serokkomariya Êraqê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, beşdarên civînê rêkevtin li ser berdewamiya parastina berjewendiyên Êraqê, û asayişa siyasî û darayî di çarçoveya helwesteke niştimanî ya hevseng de di dema  qeyranên navçeyî û navdewletî de, daku Êraq ji nakokî bête bidûrxistin.
Li gor daxuyaniyê, her di vê civînê de tekezî li ser lezkirina di pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê de, cîbicîkirina daxwaziyên çaksaziyê di piraniya astengên siyasî û aborî û xizmetguzariyê de kirin, bi awayekê serweriya Êraqê û asayişa welatiyan bihê parastin û di asta gefa terorîstan de be, heya ku serkeftina dawî tê misogerkirin.
Di dawiyê de tekezî li ser pêwîstiya parastina serweriya niştimanî ya Êraqê û rêgirtina ji destwerdanên derveyî û çareserkirina wan destwerdanan kirin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket