London berdewamiya alîkariyê Bexda û Hewlêrê piştrast dike

kurdistani 11:54 AM - 2020-01-15
 London berdewamiya alîkariyê Bexda û Hewlêrê piştrast dike

London berdewamiya alîkariyê Bexda û Hewlêrê piştrast dike

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, digel şandeke bilind a leşkerî ya Brîtanî rewşa Êraq û deverê û tevgerên rêxistina terorîst a DAÎŞê di va dawiyê de gotûbêj kir.

Şanda Brîtanya bi serokatiya General Sir Jones Lorimer, şêwirmendê payebilind ê leşkerî yê Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û nûnerê serokwezîrê Brîtanya bû, di civînê de du cîgirên serokên herêma Kurdistanê, konsulê Brîtanya li Hewlêrê û hejmarek ji rêzên leşkerî yê Brîtanya beşdar bûn,li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê ku herdu alî li ser rewşa ewlehî li Êraqê û pêşketinên û tengaziyên ku li welêt rû dide gotûbêj kirin.
Barzanî di civînê de tekez kir ku derketina DAÎŞê dîsa metirsiyek rast li ser aramiya Êraq û deverê çêdike,bal kişand ser piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di şerê lidijî DAÎŞê de ku  hîn heta niha pêwîstiya Êraq û deverê pê heye.
Her du aliyan li ser berfirehbûna tevgerên DAIŞê di demên dawî de bi taybet li deverên di çarçoveya madeya 140 a destûrê de û giringiya hevkarî û hevahengî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşê lidijî DAÎŞê de û rola Hevpeymaniya Navdewletî ,peywendiyên di navbera Bexda û Herêmê û peywendiya Herêmê ligel Birîtaniyayê gotûbêj kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket